KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 103 rûp. 238-rûp. 239 abz. 2
  • Bira “Padşatiya Te Bê”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bira “Padşatiya Te Bê”
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Jîyîna Çetin Destpêbû
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Xwedê Cinetê Soz Dide
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 103 rûp. 238-rûp. 239 abz. 2
Çawa mezin, usa jî zar, şabûnê distînin ser erdê cinetê

DERSA 103

Bira “Padşatiya Te Bê”

Yehowa soz da: “Êş, girî, nexweşî û mirin wê tune bin. Ezê ji çevên meriva hêsirên wan temiz kim. Her tiştên xirab wê bêne bîrkirinê”.

Yehowa, Adem û Hêwa baxçê Êdênêda cîwar kir û dixwest, wekî ewana bextewar bin. Wana gerekê Yehowa bihebanda. Yehowa temî da wan, wekî zara bînin û erdê tije kin. Rast e Adem û Hêwa miqabilî Yehowa derketin, lê yeke nêtên Xwedê derheqa erdê nehatine guhastinê. Ji wê kitêbê em pêhesiyan, wekî hemû sozên Xwedê têne sêrî. Yehowa bi saya Padşatiya xwe wê wan sozê xwe bîne sêrî, kîjan ewî Birahîmra soz dabû.

Mezin, zar, û heywanên beyanî tevayî cinetêda nin

Zûtirekê, Şeytan, cinên wî û hemû merivên xirab wê bêne kutakirinê. Û îda her kes wê tenê Yehowara xizmet ke. Tu kes wê nexweş nekeve û nemire. Her roj emê sihet-qewat hişyar bin û emirê xwera şa bin. Erd wê bibe cinet. Bal her kesa wê xwerin hebe û ewana wê malên xweda, bêxofiyêda bijîn. Merivên zulm wê îda tune bin, lê tenê merivên heyf wê ser erdê bijîn. Emê heywanên beyanî netirsin û ne jî ewana wê me bitirsin.

Bide ber çevê xwe wê çiqas hewas be, çaxê Yehowa miriya ji mirinê rake. Emê bikaribin Habîl, Nuh, Birahîm, Serayê, Mûsa, Rût, Esterê, û Dawid bivînin. Emê tevayî erdê bikine cinet. Û her gav şixulên hewasva mijûl bin.

Yehowa dixwaze, wekî tu jî wêderê bî. Niha tu hela hê jî nikarî bidî ber çevê xwe, wekî tuyê çiqas nêzîk Yehowa nas kî. Werên em berdewam kin, her roj heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Û bira ew dostiya me heta-hetayê bikişîne!

“Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin” (Eyantî 4:11).

Pirs: Padşatiya Yehowa wê ser erdê çi guhastina bike? Ji wan hemû meriya, derheqa kîjana tu wê kitêbêda pêhesiyayî, tevî kê tu dixwazî bibî nas?

(Eyantî 21:3, 4; Îbo 33:25; Metelok 2:21, 22; Îşaya 11:2-10; 33:24; 65:21; Metta 6:9, 10; Yûhenna 5:28, 29; 17:3).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin