KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 25
  • Qirara Xwedê Hindava Meriva Çi ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Qirara Xwedê Hindava Meriva Çi ye?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Xwedê Kî ye?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Emir Ça Destpêbû?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Nêta Jîyînê Çi ye?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Mirina Îsa Ça Dikare Me Xilaz ke?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 25
Dersa 25. Şiklê erdê ji kosmosê.

DERSA 25

Qirara Xwedê Hindava Meriva Çi ye?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî emirê meriva kin e û bi tengasiya tije ye (Îbo 14:1). Lê gelo Xwedê jîyîneke usa bona me dixwest? Hergê na, lê qirara Wî bona me çi ye? Gelo qirara Xwedê wê bê sêrî? Were em cabên van pirsa ji Kitêba Pîroz pêbihesin, kîjan ku wê dilbîniyê bidine me.

1. Yehowa bona me jîyîneke çi cûreyî dixwaze?

Yehowa jîyîneke lape baş bona me dixwaze. Çaxê Yehowa merivên pêşin, dêmek Adem û Hêwa efirandin, ewî baxçê Êdênêda ewana cîwar kirin. Paşê “Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (Destpêbûn 1:28). Yehowa dixwest wekî zarên wan hebin, temamiya erdê bikine cinet û pey heywana binihêrin. Nêta wî bona meriva ev bû, wekî sihet qewata wan bêqisûr be û ewana heta-hetayê bijîn.

Rast e îro emirê me usa nîne,a lê nêta Xwedê nehatiye guhastinê (Îşaya 46:10, 11). Yehowa dîsa jî dixwaze wekî merivên guhdar heta-hetayê bi emirekî bextewar bijîn (Bixûne Eyantî 21:3, 4.)

2. Em ça dikarin niha jî lezetê ji emirê xwe bivînin?

Yehowa em usa efirandine ku hewcetiya meye ruhanî hebe, dêmek xwestina me hebe wekî derheqa wî bizanibin û wîra xizmet kin (Bixûne Metta 5:3-6.) Xwedê dixwaze wekî tu bibî dostê wîyî nêzîk, “hemû rîyên wîda herî, wî hiz bikî” û “bi temamîya dilê xwe” wîra xizmet kî (Qanûna Ducarî 10:12; Zebûr 25:14). Hergê em usa bikin, çiqas çetinayên me hebin jî, yeke emê dîsa jî bextewar bin. Çaxê em Yehowara xizmet dikin, em şabûnê distînin û nêta emirê me heye.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku Yehowa hizkirineke çiqas mezin da kifşê, gava bona me erd hazir kir.

Adem û Hêwa erdê xweyî bedew dinihêrin, ya ku mala wan e. Ev bi şînkayê û heywana dewletî ye.

3. Yehowa dixwaze wekî emirê meriva gelek baş be

Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Çira Xwedê Erd Efirandiye?”; Parek (1:41)

  • Çira Xwedê erd efirand?

Bixûne Waîz 3:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ev yek çi te hîn dike derheqa Yehowa?

4. Nêta Yehowa nehatiye guhastinê

Bixûne Zebûr 37:11, 29 û Îşaya 55:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em ji ku zanin wekî nêta Yehowa hindava meda nehatiye guhastinê?

A. Mala ku gerekê bê tezekirinê. Banî xirab bûye, pencere şkestî ne û heyat hevketî ye. B. The same house, now restored, is beautiful and neatly landscaped.

Xaniyê ku halekî xirabda ne, dikare bê tezekirinê. Bi vî cûreyî, halê dinyayê jî dikare xweş be. Rast e meriva ziyan daye erdê, lê Xwedê wê dîsa erdê şên ke bona wan meriva, yên ku wî hiz dikin

5. Xizmetkirina Yehowara, şabûnê tîne û nêta emir dide me

Zanebûna vê yekê ku nêta jîyînê çi ye, me bextewar dike. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Min Fem kir ku Nêta Emir Çida ne” (5:03)

  • Têrûmîyê çi kar stand gava derheqa nêta jîyînê pêhesiya?

Bixûne Waîz 12:13, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ça em dikarin razîbûna xwe bidine kifşê seva wê yekê, ku Yehowa haqas tişt bona me dike?

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Nêta jîyînê çi ye?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze wekî em ser erdê, cinetêda, jîyîna heta-hetayêra şa bin. Lê hergê em bi temamiya dilê xwe wîra xizmet kin, emê îda nihada lezetê ji emir bivînin.

Wekilandin

  • Serê sêrîda qirara Yehowa hindava Adem û Hêwayê çi bû?

  • Em ji ku zanin wekî qirara Yehowa hindava însanetê nehatiye guhastinê?

  • Çi wê alî te bike wekî nêta emirê te hebe?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese ku çira em dikarin bawer bin, wekî baxçê Êdênê bi rastî hebûye.

“Gelo bi Rastî Baxçê Êdênê Hebû?“ (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2011)

Pêbihese ku çira em dikarin bawer bin, wekî erd wê heta-hetayê hebe.

“Gelo Erd wê Bê Wêrankirinê?“ (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku ça em dikarin pê alîkariya Kitêba Pîroz nêta emir bivînin.

“Gelo Nêta Jîyînê Çi ye?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku ça mêrek difikirî, wekî ew hemû aliyada bextewar e, lê bi rastî usa nîbû.

“Niha Nêta Jîyîna Min Heye” (3:55)

a Dersa dinda emê pêbihesin, ku çira niha emirê me usa nîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin