KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • Dersa 31. Padşê Padşatiya Xwedê, dêmek Îsa Mesîh, ber Yehowa sekinî ye.

      DERSA 31

      Çi ye Padşatiya Xwedê?

      Kitêba Pîrozda têma sereke, derheqa Padşatiya Xwedê ye. Xwedê wê bi saya vê Padşatiyê, nêta xweye ewlin bîne sêrî. Lê çi ye Padşatiya Xwedê? Em ji ku zanin wekî niha ew Padşatî serwêrtiyê dike? Evê Padşatiyê çi îda aniye sêrî û axiriyêda wê çi bîne sêrî? Emê cabên van pirsa vê dersêda û du dersên dinda pêbihesin.

      1. Çi ye Padşatiya Xwedê û Padşê vê kê ye?

      Padşatiya Xwedê ew serwêrtî ye, kîjan ku Yehowa saz kiriye. Vê Padşatiyêda Îsa ye padşa, yê ku ji ezmana serwêrtiyê dike (Metta 4:17; Yûhenna 18:36). Kitêba Pîrozda derheqa Îsa tê gotinê: “Ewê heta-hetayê padşatiyê . . . bike” (Lûqa 1:32, 33). Îsa çawa Padşê Padşatiya Xwedê, wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.

      2. Kê wê tevî Îsa serwêrtiyê bike?

      Îsa tenê serwêrtiyê nake. Wê merivên ji “her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî . . . li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyantî 5:9, 10). Yên ku tevî Îsa serwêrtiyê bikin, wê çiqas bin? Çaxê Îsa ser erdê bû, hingêda bi mîlyona meriv bûne peyçûyên wî. Lê tenê 144 000 meriv wê ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Bixûne Eyantî 14:1-4.) Lê hemû Mesîhiyên ser erdê, wê bin vê Padşatiyêda bin (Zebûr 37:29).

      3. Çira Padşatiya Xwedê ji serwêrtiya meriva çêtir e?

      Hene serwêr kîjan ku dixwazin merivara karê bînin, lê qewata wan nagihîjê hemû tiştî usa bikin, çawa dixwazin. Serwêr têne guhastinê, û dibeke yên pey wanra xwehiz bin, û ne jî bixwazin alî meriva bikin. Lê tu kes dewsa serwêrê Padşatiya Xwedê, dêmek dewsa Îsa, wê negire, çimkî Padşatiya ku Xwedê kifş kiriye, “wê tu car kuta nebe” (Daniyêl 2:44, DT). Îsa wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike û wê firqiyê neke orta meriva. Ew bi hizkirin e, qenc e û heq e, û meriva hîn dike, wekî ewana jî hindava hevda usa bin (Bixûne Îşaya 11:9.)

      KÛR LÊKOLÎN KE

      Pêbihese ku çira Padşatiya Xwedê serwêrtiya lape baş e.

      Îsa Mesîh ser textê xweyî ezmanî serwêrtiyê dike. Ewên ku pişt Îsa rûniştine, tevî wî serwêrtiyê dikin.

      4. Serwêrtiya qewî wê ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike

      Terîxiyêda qewata tu kesî serwêrtîkirinêda nagihîje qewata Îsa Mesîh. Bixûne Metta 28:18, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Çi firqî heye orta Îsa û serwêrên vê dinyayê?

      Serwêr zû têne guhastinê û her yek tenê ser pareke erdê serwêrtiyê dike. Lê em çi dikarin bêjin derheqa Padşatiya Xwedê? Bixûne Daniyêl 7:14, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Çira gelek baş e ku “padşatiya [Xwedê] wê tu cara hilneşe”?

      • Çira baş e ku ew Padşatî wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike?

      5. Serwêrtiya meriva gerekê bê guhastinê

      Çira dewsa serwêrtiya meriva, gerekê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      VÎDÊO: “Çi ye Padşatiya Xwedê?”; Parek (1:41)

      • Serwêrtiya meriva çi axirî aniye?

      Bixûne Waîz 8:9, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Ça tu difikirî, lazim e wekî dewsa serwêrtiya meriva, Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike? Şiroveke.

      6. Padşatiya Xwedêda serwêrên usa nin, kîjan ku halê me fem dikin

      Padşê me Îsa halê me fem dike û dilê wî ser me dişewite, çimkî ew xwexa jî meriv bû (Îbranî 4:15). Xêncî vê yekê, Yehowa 144 000 merivên amin “ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî” bijart, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Eyantî 5:9).

      • Tu dilbîniyê distînî ji zanebûna vê yekê, ku Îsa û yên ku tevî wî padşatiyê dikin, halê meriva fem dikin? Çira tu usa difikirî?

      Mêr û usa jî jinên kifşkirî yên ku cûre-cûre wededa dijîtin.

      Yehowa ji cûre-cûre mileta çawa mêr usa jî jin bijartine, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin

      7. Qanûnên Padşatiya Xwedê lapî baş in

      Dewlet qanûna saz dikin, wekî ew qanûn bineliyên wan xwey kin. Usa jî qanûnên Padşatiya Xwedê hene, û lema jî bineliyên vê Padşatiyê gerekê wan qanûna bînin sêrî. Bixûne 1 Korintî 6:9-11, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Bi texmîna te, halê dinyayê wê çawa be çaxê hemû meriv qanûnên Xwedê biqedînin?a

      • Tu ça difikirî, ew yek bi heqî û bi bîlanî ye, ku Yehowa dixwaze wekî bineliyên Padşatiya wî qanûnên wî bînin sêrî? Şiroveke.

      • Çi dide kifşê wekî merivên ku ew qanûn nedianîn sêrî, dikarin bêne guhastinê? (Binihêre rêza 11).

      Polîs erebê dide sekinandinê. Meriv rêra derbaz dibin.

      Serwêrtiyên meriva bona kara bineliyên xwe qanûna saz dikin, wekî ew qanûn meriva xwey kin. Lê hemikî, qanûnên Padşatiya Xwedê diha baş û kêrhatî ne

      DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çi ye Padşatiya Xwedê?”

      • Tuyê ça caba xwe bidî?

      TEMAMKIRIN

      Padşatiya Xwedê serwêrtiya ser ezmana ye, kîjan ku wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.

      Wekilandin

      • Serwêrên Padşatiya Xwedê kê ne?

      • Padşatiya Xwedê çida ji serwêrtiya meriva baştir e?

      • Yehowa ji bineliyên Padşatiya xwe çi dewa dike?

      Nêt

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Pêbihese ku Îsa çi got derheqa vê yekê, ku Padşatiya Xwedê kîderê ye.

      “Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?” (Gotara ji malperê)

      Çira bona Şedên Yehowa diha ferz e Padşatiya Xwedêra amin bimînin, ne ku serwêrtiya merivara?

      “Padşatiya Xwedêra Amin in” (1:43)

      Pêbihese ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa 144 000 meriva, yên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin.

      “Kê Diçe Ser Ezmana?” (Gotara ji malperê)

      Çi kulfetekê da bawerkirinê, wekî tenê Xwedê dikare halê dinyayê baş ke?

      “Ez Pêhesiyam ku Neheqî wê bê Hildanê“ (“Hişyar Bin!”, Mijdar, 2011)

      a Derheqa hine ji wan qanûna, wê Para 3-da bê şirovekirinê.

  • Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • Dersa 32. Îsa Mesîh ça Padşê Padşatiya Xwedê, gopal girtiye destê xwe û ser temamiya erdê serwêrtiyê dike.

      DERSA 32

      Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!

      Ji sala 1914 Padşatiya Xwedê destpêkiriye serwêrtiyê bike. Hingêda rojên xilaziyê yên serwêrtiya meriva destpêbûn. Em vê yekê ji ku zanin? Emê ji Kitêba Pîroz pêbihesin, ku çi hatiye pêxembertîkirinê û usa jî dinyayêda ji sala 1914 çi diqewime û meriv xwe ça didine kifşê.

      1. Kitêba Pîrozda çi hatiye pêxembertîkirinê?

      Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Padşatiya Xwedê wê xilaziya wî wedeyî destpêke serwêrtiyê bike, kîjan ku tê navkirinê “heft dem” (Daniyêl 4:16, 17, ÎM). Êpêce qirna şûnda Îsa ew wede nav kir “wextê . . . mileta” û da kifşê ku ew wede hingê hela hê xilaz nebibû (Lûqa 21:24). Were em pêbihesin, ku kengê ew wede xilaz bû.

      2. Ji sala 1914 dinyayêda çi diqewime û meriv xwe ça didine kifşê?

      Şagirtên Îsa ji wî pirsîn: “Nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” (Metta 24:3). Îsa got ku wê çi biqewime çaxê ew ça Padşê Padşatiya Xwedê destpêke serwêrtiyê bike. Mesele, ewî got ku şer, kêmasiya xwarinê û erdhej wê hebin (Bixûne Metta 24:7.) Kitêba Pîrozda usa jî hatibû pêxembertîkirinê, wekî “rojên axiriyêda” meriv wê bêne guhastinê û pê kirên xwe emir diha çetin kin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Eşkere tê kifşê, wekî ew pêxembertî ji sala 1914 têne sêrî.

      3. Halê dinyayê çira hê xirab bû, çaxê Padşatiya Xwedê destpêkir serwêrtiyê bike?

      Çaxê Îsa bû Padşa, hine wede şûnda ewî ser ezmana tevî Mîrê-cina û cinên wî şer destpêkir. Wî şerîda Mîrê-cina da der. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “ew milyaketên xweva jorda hatine avîtinê ser rûyê erdê” (Eyantî 12:9, 10, 12). Mîrê-cina gelek hêrs e, çimkî zane wekî hindik maye ew bê kutakirinê. Ew ser temamiya dinyayê kul-derda û hemû cûre çetinaya pêşda tîne. Lema ecêbmayî nîne ku dinya halekî usa xirabda ne.

      KÛR LÊKOLÎN KE

      Pêbihese ku çira em bawer in, wekî ji sala 1914 Padşatiya Xwedê destpêkiriye serwêrtiyê bike, û zanebûna vê yekê gerekê me berbi çi hêlan ke.

      4. Kronolojiya Kitêba Pîroz me dibe berbi sala 1914

      Vêxe VÎDÊO.

      VÎDÊO: “Padşatiya Xwedê ji Sala 1914 Serwêrtiyê Dike” (5:02)

      Xwedê usa kir, wekî Padşê Babîlonê Nebûkedneser xewnê bivîne, kîjanîda Ewî nîşan kir, ku axiriyêda wê çi biqewime. Ew xewn û şirovekirina Daniyêl dide kifşê, ku ew pêxembertî hin derheqa serwêrtiya Nebûkedneser e, hin jî derheqa Padşatiya Xwedê (Bixûne Daniyêl 4:17.)a

      Bixûne Daniyêl 4:20-26, û paşê bi saya çargoşa ser rûpêla 133, caba van pirsa bide:

      • (A) Nebûkedneser xewnêda çi dît? (Binihêre rêzên 20 û 21.)

      • (B) Çi gerekê bihata serê dar? (Binihêre rêza 23.)

      • (C) Xilaziya “heft dema” çi gerekê biqewimiya? (Binihêre rêza 26.)

      Çi Hevgirêdan Heye Orta Xewna Nebûkedneser û Padşatiya Xwedêda?

      PÊXEMBERTÎ (Daniyêl 4:20-36)

      Serwêrtî

      (A) Dareke gelek mezin

      Dareke gelek mezin.

      Serwêrtî hate birînê

      (B) “Darê bibirin”, û bira “heft dem” derbaz be

      Koç bi zincîra hesin û sifir girêdayî ye.

      Serwêrtî vegeriya

      (C) “Padşatiya te li te vegerînin”

      Dareke gelek mezin.

      Qedandina pêxembertiyêye pêşinda . . .

      • (Ç) Dar kê tê hesabê? (Binihêre rêza 22.)

      • (Ç’) Padşatiya wî ça hate birînê? (Bixûne Daniyêl 4:29-33.)

      • (D) Xilaziya “heft dema” tevî Nebûkedneser çi qewimî? (Bixûne Daniyêl 4:34-36.)

      QEDANDINA PÊXEMBERTIYÊYE PÊŞIN

      Serwêrtî

      (Ç) Padşê Babîlonê, Nebûkedneser

      King Nebuchadnezzar standing proudly.

      Serwêrtî hate birînê

      (Ç’) Paşî sala 606 B.D.M., Nebûkedneser hişê xwe unda dike û heft sala nikare serwêrtiyê bike

      Nebuchadnezzar lying on the ground and eating grass like an animal.

      Serwêrtî vegeriya

      (D) Nebûkedneser tê ser hişê xwe û dîsa destpêdike serwêrtiyê bike

      Nebûkedneser Padşa sekinî ye û destê xwe berbi jor bilind kiriye.

      Qedandina pêxembertiyêye dudada . . .

      • (E) Dar kê tê hesabê? (Bixûne 1 Dîrok 29:23.)

      • (E’) Serwêrtiya wana ça hate birînê? Em ji ku zanin ku çaxê Îsa ser erdê bû, serwêrtiya wan hela hê venegeriyabû? (Bixûne Lûqa 21:24.)

      • (Ê) Kengê û kîderê serwêrtiya Padşatiyê vegeriya?

      QEDANDINA PÊXEMBERTIYÊYE DUDA

      Serwêrtî

      (E) Padşên Îsraêlê, yên ku serwêrtiya Xwedê eyan dikin

      Padşên Îsraêlê pey hevra ser text rûniştine. Şewq dide ser wan.

      Serwêrtî hate birînê

      (E’) Orşelîm wêrankirî ye, serwêrtiya padşên Îsraêlê hate birîn ser 2 520 sala

      Sala 607 B.D.M., agir Orşelîmê kuta dike. Pey vê yekêra 2 520 sal derbaz dibin.

      Serwêrtî vegeriya

      (Ê) Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê, destpêkir serwêrtiyê bike

      Ji sala 1914 D.M., Îsa ser textê ezmana rûniştiye û serwêrtiyê ser erdê dike. Ji wî şewq dertê

      Heft dem çiqas wede ye?

      Hine parên Kitêba Pîroz alî me dikin parên din fem kin. Mesele, kitêba Eyantîda tê gotinê, wekî sê wext û nîv tê hesabê 1 260 roj (Eyantî 12:6, 14). Dêmek, heft dem ev heye du cara 1 260, çi ku dike 2 520 roj. Kitêba Pîrozda cara roj tê hesabê sal (Hezeqêl 4:6). Lema jî kitêba Daniyêlda heft dem tê hesabê 2 520 sal.

      5. Ji sala 1914, halê dinyayê hatiye guhastinê

      Vêxe VÎDÊO.

      VÎDÊO: “Ji Sala 1914 Halê Dinyayê Hatiye Guhastinê” (1:10)

      Îsa pêşda got ku çaxê ew bibe Padşa, halê dinyayê wê çawa be. Bixûne Lûqa 21:9-11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Te ji wan tişta çi dîtiye, yan jî bihîstiye?

      Pawlosê şandî şirovekir, ku meriv wê xilaziya rojên serwêrtiya vê dinyayê çawa bin. Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1-5, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Tu texmîn dikî wekî îro meriv usa nin? Nava merivada tu diha zef çi texmîn dikî?

      Şikil: Şikil ku halê dinyayê wan rojên axiriyêda didine kifşê. 1. Seresker destê xwe bilind kiriye û dike qîrîn. 2. Avayên hilşiyayî paşî erdhejê. 3. Teyarêyên eskeriyê. 4. Meriv pê maska derketine derva. 5. Du Birc Niyû Yorkêda dişewitin ji bo hucûmkirina têrorîsta. 6. Mêrik narkotîka dide xebatê. 7. Mêr jina xwe zêrandye û ser dike qareqar. 8. Cûre-cûre narkotîk û îçke. 9. Du keçik şiklê xwe dikişîni. 10. Merivekî ser konsêrtê rêberiya elaletê dike. 11. Merivê şerûd tiştek girtiye destê xwe û dixwaze bavêje.

      6. Zanebûna vê yekê ku Padşatiya Xwedê serwêrtiyê dike, me berbi çi hêlan dike?

      Bixûne Metta 24:3, 14, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Îro kîjan şixuleke ferz dide kifşê, ku Padşatiya Xwedê serwêrtiyê dike?

      • Tu ça dikarî wî şixulîda kar bikî?

      Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike, û ew roja ku ew destpêke ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike, gelek nêzîk e. Bixûne Îbranî 10:24, 25, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Em divînin ku “Roja Axretê nêzîk dibe”, lema jî her kes ji me gerekê çi bike?

      Şikil: 1. Xwendekarê Kitêba Pîroz ser civata Şedên Yehowa ne. 2. Ev Xwendekara Kitêba Pîroz şedetiyê dide.

      Hergê te bizanibûya ku çi dikare emirê meriva xilaz ke, teyê çi bikira?

      DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çira Şedên Yehowa gelek car besa sala 1914 dikin?”

      • Tuyê ça caba xwe bidî?

      TEMAMKIRIN

      Pêxembertiya Kitêba Pîroz, kronolojiya, û halê dinyayê îzbat dikin, ku Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike. Em çaxê merivara derheqa vê yekê gilî dikin û diçine civata, usa em didine kifşê, wekî baweriya xwe vê yekê tînin.

      Wekilandin

      • Çi qewimî xilaziya “heft dema”, ya ku kitêba Daniyêlda nivîsar e?

      • Çi te dide bawerkirinê, wekî Padşatiya Xwedê ji sala 1914 serwêrtiyê dike?

      • Tu ça dikarî bidî kifşê ku bawer dikî, wekî Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike?

      Nêt

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Pêbihese ku terîxzan û merivên din çi dibêjin derheqa halê dinyayê ji sala 1914.

      “Kengê Normên Nav Namûsiyê Destpêbû Xirab bin?” (“Hişyar Bin!”, Nîsan, 2007)

      Pêbihese ku ça pêxembertiya ji kitêba Metta 24:14, ser emirê mêrikekî hukum bû.

      “Bêysbol bona Min Hemû Tişt bû!” (“Birca Qerewiliyê” № 3, 2017)

      Em ji ku zanin ku pêxembertiya ji Daniyêl serê 4 derheqa Padşatiya Xwedê ye?

      “Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Hukumetiyê Bike?” (Para 1) (“Birca Qerewiliyê”, 1 Cotmehê, 2014)

      Çi îzbat dike wekî “heft dem” derheqa kîjanî kitêba Daniyêl serê 4-da tê gotinê, sala 1914-da xilaz bû?

      “Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Hukumetiyê Bike?” (Para 2) (“Birca Qerewiliyê”, 1 Mijdarê, 2014)

      a Dîna xwe bide du gotarên paşin vê çargoşêda: “Hê zêde pêbihese”.

  • Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • Dersa 33. Meriv ser erdê cinetê dijîn.

      Dersa 33

      Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?

      Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike. Wê zûtirekê ser erdê guhastinên mezin bike. Werên em şêwir kin hine ji wan tiştên baş, çi ku Padşatiya Xwedê wê bona kara me bîne sêrî.

      1. Padşatiya Xwedê wê ça dîsa edilayê û rastiyê bîne ser erdê?

      Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê wê şerê Harmegedonêda merivên zulm û serwêrtiya wan kuta ke (Eyantî 16:14, 16). Hingê ew pêxembertiya Kitêba Pîroz wê bi temamî bê sêrî: “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî” (Zebûr 37:10). Îsa wê bi saya Padşatiyê edilayê bîne ser erdê. Wedê serwêrtiya wî, tu kes wê ji bo nerastiyê neçerçire (Bixûne Îşaya 11:4.)

      2. Çaxê nêta Xwedê derheqa erdê bê serî, emir wê çawa be?

      Bin rêberiya Padşatiya Xwedê “rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29). Bide ber çevê xwe, tu dinyake usada nî, kîderê tenê merivên rast dijîn, û ewana ne ku tenê Yehowa hiz dikin, lê usa jî hevdu! Tu kes wê nexweş nekeve û hemû meriv wê heta-hetayê bijîn.

      3. Padşatiya Xwedê wê çi bîne sêrî, gava merivên zulm bêne kutakirinê?

      Çaxê merivên zulm bêne kutakirinê, hingê Îsa ça Padşa wê 1 000 salî serwêrtiyê bike. Nava wî wedeyîda Îsa û 144 000 yên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, wê alî meriva bikin ku ji gune aza bin û bibine bêqisûr. Xilaziya 1 000 salî erd wê bi temamî bibe cinet û meriv bextewar bin, çimkî wê temiyên Yehowa bînin sêrî. Wî çaxî Îsa wê serwêrtiyê dîsa bide destê Bavê xwe Yehowa. Hingê navê Yehowa wê bi temamî “pîroz be” (Metta 6:9, 10). Wê bê îzbatkirinê ku Yehowa ye Serwêrê lapî baş. Yehowa wê Mîrê-cina, cinên wî û hemûyên ku miqabilî serwêrtiya Wî rabin, kuta ke (Eyantî 20:7-10). Ew emirê xweş û bêqisûr wê heta-hetayê berdewam be.

      KÛR LÊKOLÎN KE

      Pêbihese ku çira em dikarin bawer kin, wekî Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe hemû sozên xweye derheqa axiriyê bîne sêrî.

      4. Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyên meriva bide hildanê

      “Serwêrtiya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9). Bi saya Padşatiya xwe, Yehowa wê nerastiyê bide hildanê.

      Bixûne Daniyêl 2:44 û 2 Têsalonîkî 1:6-8, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Yehowa û Kurê wî Îsa wê çi bînin serê serwêrtiyên meriva û yên ku piştgiriya wan serwêrtiya dikin?

      • Ew yek çi ku tu derheqa Yehowa û Îsa pêhesiyayî, ça te dide bawerkirinê, wekî ewana wê hemû tiştî bi heqî bikin?

      Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê, ser temamiya erdê serwêrtiyê dike.

      5. Îsa Padşê herî baş e

      Îsa, Padşê Padşatiya Xwedê, wê bona kara meriva gelek tişt bike. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê, Îsa ça da kifşê, wekî him xwestina wî heye û him jî qewata wî ji Xwedê heye, ku alî meriva bike.

      VÎDÊO: “Îsa da Kifşê ku Padşatiya Xwedê Wê Çi Bike” (1:13)

      Çaxê Îsa ser erdê bû ewî pê kirên xwe da kifşê, ku Padşatiya Xwedê wê çi bike. Tu ji wan keremetên ku vira nivîsar in, diha zef hîviya kîjanê yî ku bê sêrî? Bixûne van rêzên ku jêrê nivîsar in, kîjan ku van keremetava girêdayî ne.

      ÇAXÊ ÎSA SER ERDÊ BÛ, EWÎ . . .

      ÎSA JI EZMANA WÊ . . .

      • qewata tebiyetê kontrol dikir (Marqos 4:36-41).

      • hemû problêmên ekolojiyêva girêdayî bide hildanê (Îşaya 35:1, 2).

      • bi keremetî hezara meriv têr kirin (Metta 14:17-21).

      • birçîbûnê bide hildanê (Zebûr 72:16).

      • gelek meriv qenc dikirin (Lûqa 18:35-43).

      • sihet qewata bêqisûr bide meriva (Îşaya 33:24).

      • meriv ji mirinê radikirin (Lûqa 8:49-55).

      • miriya ji mirinê rake û mirinê jî kokêva kuta ke (Eyantî 21:3, 4).

      6. Padşatiya Xwedê wê axirîke pir baş û hewas bîne

      Padşatiya Xwedê wê bi temamî nêta Xwedêye ewlin derheqa meriva, bîne sêrî. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê ku Yehowa ça bi saya Kurê xwe Îsa, nêta xwe tîne sêrî.

      VÎDÊO: “Axirîke Pir Baş û Hewas” (4:38)

      Bixûne Zebûr 145:16, û evê pirsê şêwir ke:

      • Tu ça xwe texmîn dikî ku zanî, wekî Yehowa wê “hemû bînberî gora dilê wan” razî ke?

      HINE MERIV DIBÊJIN: “Hergê em hemûşk bibine yek û qewata xwe bidine xebatê, emê bikaribin hemû problêmên dinyayê safî kin.”

      • Kîjan problêm tenê Padşatiya Xwedê dikare safî ke?

      TEMAMKIRIN

      Padşatiya Xwedê wê nêta Wî bîne sêrî. Ew wê temamiya erdê bike cinet, û ser erdê wê tenê merivên qenc bijîn û heta-hetayê Yehowara xizmet kin.

      Wekilandin

      • Padşatiya Xwedê wê ça navê Yehowa pîroz ke?

      • Çira em dikarin bawer bin, wekî Padşatiya Xwedê wê sozên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, bîne sêrî?

      • Tu ji sozên Xwedê diha zef hîviya kîjanê yî?

      Nêt

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Pêbihese çi tê hesabê Harmegedon.

      “Harmegedon Çi ye?” (Gotara ji malperê)

      Pêbihese ku çi wê biqewime wedê “tengasiya mezin“, besa kîjanî Îsa kiribû (Metta 24:21).

      “Tengasiya Mezin Çi ye?“ (Gotara ji malperê)

      Binihêre ku malbet ça emirê cinetêda dide ber çevê xwe.

      “Bide Ber Çevê xwe, wekî Tu Dinya Tezeda nî” (1:50)

      Gotarêda, navê kîjanê ye “Gelek Pirsên Min Hebûn”, pêbihese ku ça mêrikekî ku miqabilî polîtîkayê bû, cabên wan pirsa dît, ji bo kîjana dilteng dibû.

      “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2012)

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin