DERSA 14
Hebandina Me Gerekê Çi Cûreyî be, wekî Dilê Xwedê Xweş bê?
Çawa ku me dersa pêşiya wêda dît, ne hemû rêlîgiya Xwedê xweş tên. Lê em dikarin usa Yehowa bihebînin, wekî dilê wî xweş bê. Gelo kîjan e hebandina “rast”, ya ku Xwedê qebûl dike? (Aqûb 1:27). Were em bivînin ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa vê yekê.
1. Hebandina me gerekê ser hîmê çi be?
Hebandina me gerekê ser hîmê Kitêba Pîroz be. Îsa Xwedêra got: “Xebera te rastî ye” (Yûhenna 17:17). Hine rêlîgiya rastiya Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz, pişt guhê xweva davêjin. Ewana evê rastiyê tevî hînkirin û eyd-qeydên meriva diguhêzin. Lê Yehowa neqayîl e wan merivara, yên ku “temiyên Xwedê ... didine alîkî” (Bixûne Marqos 7:9.) Em dilê Xwedê şa dikin çaxê ser hîmê Kitêba Pîroz wî dihebînin, temî û şîretên wî tînin sêrî.
2. Em ça gerekê Yehowa bihebînin?
Yehowa çawa Efirandarê me, hêja ye ku em tenê wî bihebînin û jêra amin bimînin (Eyantî 4:11). Ew tê hesabê wekî em gerekê wî hiz bikin û tenê wîra xizmet kin bê xebitandina pûta (Bixûne Îşaya 42:8.)
Hebandina me gerekê li Yehowa qebûl û “pîroz” be (Romayî 12:1). Ew tê hesabê ku em gerekê temiyên wî biqedînin. Mesele, ewên ku Yehowa hiz dikin, temiyên wîye derheqa zewacê tînin sêrî. Ewana usa jî xwe ji tiştên necayîz dûr digirin, mesele ji cixarê, narkotîkayê û îçkevexwarina bê kontrol.a
3. Çira em gerekê tevayî civatêda Yehowa bihebînin?
Civatên meye her heftî mecalê didine me “pesnê Xudan bidin” (Zebûr 111:1, 2). Mesele, em bi kilama pesinê Xwedê didin (Bixûne Zebûr 104:33.) Yehowa dixwaze em herine civata, çimkî ew me hiz dike û zane ku civat wê alî me bikin, wekî heta-hetayê jîyînêra şa bin. Çaxê em tevayî top dibin, em hevdu qewî dikin.
KÛR LÊKOLÎN KE
Lêkolîn ke ku çira Yehowa qebûl nake, wekî hebandinêda pûta bidin xebatê. Pêbihese ku ça em dikarin pesina bidine Xwedê.
4. Hebandinêda em gerekê pûta nedine xebatê
Em ji ku zanin wekî ew yek Xwedê xweş nayê? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çi qewimî gava hine xizmetkarên Xwedê yên wedê berê, bi saya pûta wî dihebandin?
Hine meriv hebandinêda pûta didine xebatê, çimkî wana tirê ku usa ewana wê diha nêzîkî Xwedê bin. Lê gelo ew yek bi rastî usa ne? Bixûne Derketin 20:4-6 û Zebûr 106:35, 36, û paşê van pirsa şêwir ke:
Meriv hebandinêda kîjan pûta didine xebatê?
Nihêrandina Yehowa ser wan pûta çawa ne?
Tu ser xebitandina pûta ça dinihêrî?
5. Xizmetkirina Yehowara me ji hînkirinên qelp aza dike
Binihêrin ku ça xizmetkirina Yehowara me ji hînkirinên qelp aza dike. Vêxe VÎDÊO.
Bixûne Zebûr 91:14, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Hergê em tenê Yehowa dihebînin û hizkirina xwe wîra didine kifşê, bona vê yekê Ew çi soz dide me?
6. Em civatada Xwedê dihebînin
Civatada em pê kilam û cabên xwe pesina didine Yehowa û hevdu qewî dikin. Bixûne Zebûr 22:22, û paşê van pirsa şêwir ke:
Te qe ji cabên civatêda hêlan standiye?
Tu dixwazî xwe hazir kî, wekî civatêda caba xwe bidî?
7. Yehowa şa dibe çaxê em çi ku pêdihesin, merivara gilî dikin
Em bi gelek mêtoda dikarin rastiya Kitêba Pîroz merivara gilî kin. Bixûne Zebûr 9:1 û 34:1, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Teyê çi bixwesta merivara gilî kira, çi ku tu ji Kitêba Pîroz pêhesiyayî?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Meriv nikare Xwedê xweş bê.”
Tu ça difikirî?
TEMAMKIRIN
Em dilê Efirandarê xwe şa dikin, çaxê tenê wî dihebînin, civatada pesina didine wî, û çi ku em derheqa wî pêdihesin, merivara jî gilî dikin.
Wekilandin
Em ji ku dikarin pêbihesin, ku ça gerekê Xwedê bihebînin?
Çira em gerekê tenê Yehowa bihebînin?
Çira em gerekê tevî wan meriva Xwedê bihebînin, yên ku wîra xizmet dikin?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Ji vê serhatiyê: “Îda Pûta Nahebînim”, derheqa kulfetekê pêbihese, kîjan ku terka hebandina pûtara da.
“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2011)
Pêbihese ku çi dikare alî te bike, wekî bikaribî civatêda caba xwe bidî.
“Civatêda Pesinê Yehowa Bide” (“Birca Qerewiliyê”, Çile, 2019)
Pêbihese derheqa xortekî cahil, kîjanîra çetin bû here civata, lê yeke ew diçû û ji vê yekê kar distand.
Gelek meriv difikirin, wekî xaç rêlîgiya Mesîhîtîva girêdayî ye. Lê gelo lazim e em hebandina xweda xaç bidine xebatê?
“Şedên Yehowa Çira Hebandinêda Xaç Nadine Xebatê? (Gotara ji malperê)
a Derheqa wan tişta dersên dinda wê bê şêwirkirinê.