KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 18
  • Mesîhiyên Rast Kî ne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mesîhiyên Rast Kî ne?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Gelo Şedên Yehowa Mesîhiyên Rast in?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Mizgîniya Xêrê Ça Tê Belakirinê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Bi Rastî Îsa Yekî Çawa ne?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 18
Dersa 18. Îsa rêberiyê dide şagirtên xwe û wana cot-cot dişîne, wekî mizgîniyê bela kin.

DERSA 18

Mesîhiyên Rast Kî ne?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Bi mîlyarda meriv xwe hesab dikin Mesîhî. Lê hînkirin û prînsîpên wan ji hev cude dibin. Gelo em çawa dikarin têderxin, Mesîhiyên rast kî ne?

1. Çi tê hesabê Mesîhî?

Mesîhî tê hesabê şagirt yan jî peyçûyên Îsa Mesîh (Bixûne Karên Şandiya 11:26.) Lê ewana ça îzbat dikin, wekî şagirtên Îsa ne? Îsa got: “Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtên min bin” (Yûhenna 8:31). Dêmek ev tê hesabê, wekî Mesîhiyên rast gerekê li gora hînkirinên Îsa bijîn. Îsa li ser hîmê Nivîsarên Pîroz hîn dikir, lema jî hînkirinên Mesîhiyên rast ser hîmê Kitêba Pîroz in (Bixûne Lûqa 24:27.)

2. Mesîhiyên rast ça hizkirinê didine kifşê?

Îsa gote şagirtên xwe: “Hevdu hiz bikin, çawa ku min hûn hiz kirin” (Yûhenna 15:12). Îsa ça da kifşê wekî şagirtên xwe hiz dike? Ewî wedê xwe tevî wan xerc dikir, ewana hêlan dikirin û alîkarî dida wan. Îsa hela hê emirê xwe jî bona wan da (1 Yûhenna 3:16). Mesîhiyên rast jî mîna Îsa derheqa hizkirinê ne ku tenê dibêjin, lê hê zêde dikin. Ewana bi gotin û kirên xwe didine kifşê, ku hevdu hiz dikin.

3. Mesîhiyên rast çi şixulî dikin?

Îsa şixulekî ferz da şagirtên xwe. Ewî “ew şandin, ku Padşatiya Xwedê dannasîn kin” (Lûqa 9:2). Mesîhiyên qirna yekê ne tenê ciyên hebandina xweda xizmet dikirin, lê usa jî ciyên ku gelek meriv hebûn û mal bi mal (Bixûne Karên Şandiya 5:42; 17:17.) Îro jî Mesîhiyên rast hemû ciya, kîderê ku meriv hene, rastiya ji Kitêba Pîroz bela dikin. Ewana hemû meriva hiz dikin, lema jî bi dil wede û qewata xwe xerc dikin, seva mizgîniya Kitêba Pîroz ya ku hêviyê û dilbîniyê dide, merivara gilî kin (Marqos 12:31).

KÛR LÊKOLÎN KE

Bifikire ku tu ça dikarî têderxî firqiya orta Mesîhiyên rast û wan meriva, yên ku pey hînkirinên Îsa naçin û çev nadine wî.

4. Ewana rastiya Kitêba Pîroz qîmet dikin

Du Mesîhiyên qirna yekê kitêba gulometkkirî lêkolîn dikin.

Mesîhiyên qirna yekê Xebera Xwedê qîmet dikirin

Hine meriv dibêjin wekî ewana Mesîhî ne, lê hesab nakin ku ferz e rastiya Kitêba Pîroz emirê xweda bînin sêrî. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Çawa Nava Mesîhîtiyêda Hînkirinên Qelp Pêşda Hatin?” (5:11)

  • Ça tu difikirî, Mesîhiyên rast çida cude dibin?

Îsa rastiya ji Xebera Xwedê hîn dikir. Bixûne Yûhenna 18:37, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Li gora gotinên Îsa, em ça dikarin têderxin wan Mesîhiya, yên ku “aliyê rastiyê” ne?

5. Ewana rastiya Kitêba Pîroz meriva hîn dikin

Mesîhiyên qirna yekê mal bi mal xizmet dikin.

Mesîhiyên qirna yekê mizgînî bela dikirin

Pêşiya ku Îsa biçûya li ezmana, ewî şixuleke ferz da peyçûyên xwe û ew şixul heta îro berdewam dibe. Bixûne Metta 28:19, 20 û Karên Şandiya 1:8, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Mizgîniya xêrê heta kîderê gerekê bihata belakirinê?

6. Ewana li gora rastiya Kitêba Pîroz dijîn

Çi merivekî bi navê Tom da bawerkirinê, ku ewî ew meriv dîtine, yên ku bi rastî Mesîhî ne? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Ez Hindava Rêlîgiya Dilsar Bibûm” (5:20)

  • Çima Tom ji rêlîgiyayê eciz bû?

  • Çi wî da bawerkirinê, ku ewî rastî dîtiye?

Şixul diha ferz e ne ku gotin. Bixûne Metta 7:21 û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Bona Îsa çi diha ferz e, kirên me yan giliyên me?

7. Ewana hevdu hiz dikin

Jin-mêrê qirna yekê alîkariyê didine bawermendên xwe û xwarinê didine wan.

Mesîhiyên qirna yekê hevdu hiz dikirin

Gelo Mesîhî bi rastî hazir in emirê xwe bona hev bidin? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Ew Hazir Bû Emirê Xwe Bide” (2:55)

  • Çi Loyd hêlan kir, wekî bona birê Cohansin emirê xwe bike bin qeziyê?

  • Tu ça difikirî, kirê wî da kifşê ku ew Mesîhî ye?

Bixûne Yûhenna 13:34, 35, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Şagirtên Îsa, dêmek Mesîhiyên rast hindava miletên dinda gerekê çawa bin?

  • Ewana wedê şer gerekê ça xwe bidine kifşê?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Mesîhiya haqas tiştên zulm kirine, rêlîgiya wan ça dikare rast bê hesabê?”

  • Tu kîjan rêzê dikarî bidî xebatê, wekî bidî kifşê ku Mesîhiyên rast kî ne?

TEMAMKIRIN

Mesîhiyên rast li gora hînkirinên Kitêba Pîroz dijîn, hizkirinê didine kifşê, û rastiya Kitêba Pîroz bela dikin.

Wekilandin

  • Hînkirinên Mesîhiyên rast ser hîmê çi ne?

  • Mesîhiyên rast bi kîjan hunurî eyan dibin?

  • Mesîhiyên rast kîjan şixulê ferz dikin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese derheqa wan meriya, yên ku ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, wekî çev bidine Îsa û hînkirinên wî.

“Şedên Yehowa bi Rastî Kî ne?” (1:13)

Pêbihese ku xizmetkara dêrê çawa rastî dît.

“Wana pê Kitêba Pîroz Cabên Hemû Pirsa Dan!“ (“Birca Qerewiliyê”, 1 Nîsanê, 2014)

Pêbihese ku ça Mesîhiyên rast hindava hevda hizkirinê didine kifşê.

“Wedê Teşqelên Tebiyetê Alîkariyê Didin Xûşk-Bira”; Parek (3:57)

Pêbihese ku ça Mesîhiyên îroyîn mîna Mesîhiyên qirna yekê eyan dikin, wekî ewana peyçûyên Îsa ne.

“Mesîhiyên Rast bi Çi Eyan in?“ (“Birca Qerewiliyê”, 1 Adarê, 2012)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin