DERSA 38
Pêşkêşa Xwedê, Emir, Qîmet ke
Emirê meda gelek tiştên baş hene, çi ku em dikarin bikin û lezetê bivînin. Hela hingê jî gava em rastî çetinaya tên, em dikarin ji emir lezetê bivînin. Lê em çi cûreyî dikarin Yehowara bidine kifşê, ku pêşkêşa emir dişêkirînin? Û meniya here sereke kîjan e, ku em evê pêşkêşê qîmet kin?
1. Çima em gerekê jîyînê qîmet kin?
Em gerekê jîyînê qîmet kin, çimkî ew pêşkêş ji Bavê meyî hizkirî Yehowa ye. Ew “kaniya jiyanê” ye, çimkî ewî hemû bînber efirandiye (Zebûr 36:9). “Ew xwexa emir, bînê û her tiştî dide hemûya” (Karên Şandiya 17:25, 28). Çi ku bona jîyînê lazim e, Yehowa dide me. Xêncî vê yekê, Xwedê usa dike wekî em ji wan tişta lezetê bivînin (Bixûne Karên Şandiya 14:17.)
2. Em ça dikarin Yehowara bidine kifşê, ku pêşkêşa jîyînê qîmet dikin?
Çaxê diya te, teda hemle derket îda hingêda Yehowa bona te xem dike. Xizmetkarekî Xwedê Dawid, ji bîna ber Xwedê usa nivîsî: “Hê di malzaroka dêda çevên te ez dîtim” (Zebûr 139:16). Jîyîna te bona Yehowa gelek qîmet e (Bixûne Metta 10:29-31.) Dilê Yehowa gelek dêşe, çaxê meriv hemdê xwe jîyîna kesekî, yan jî ya xwe dibirea (Derketin 20:13). Meriv usa jî hingê dilê Yehowa dêşîne, çaxê him emirê xwe him jî emirê merivên din dike bin qeziyê. Çaxê em jîyîna xwe diparêzin û usa jî emirê merivên din qîmet dikin, usa em razîbûna xwe Yehowara didine kifşê bona pêşkêşa jîyînê.
KÛR LÊKOLÎN KE
Hine dereca şêwir ke, ku ça dikarî razîbûna xwe bona pêşkêşa jîyînê bidî kifşê.
3. Miqatî sihet-qewata xwe be
Hemû Mesîhiyên nixumandî soz dane Xwedê, wekî temamiya emirê xwe Xwedêra xizmet kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî em gerekê “qalibê xwe” tesmîlî Xwedê kin çawa qurban, lema jî em miqatî sihet-qewata xwe dibin. Bixûne Romayî 12:1, 2, û paşê van pirsa şêwir ke:
Çi gerekê te hêlan ke, wekî miqatî sihet-qewata xwe bî?
Tu ça dikarî evê yekê bikî?
4. Fesal be, wekî kesek riyê teda ziyanê nestîne û jîyîna xwe unda neke
Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî xwe ji kirên xof dûr bigirin. Vêxe VÎDÊO wekî pêbihesî, ku çi dikarî bikî seva jîyîna te nekeve bin qeziyê.
Bixûne Metelok 22:3, û paşê şêwir ke ku çawa tu û merivên din dikarin bêxofiyê xwey kin . . .
malda
ser xebatê
çaxê sportêva mijûl dibin
wedê ajotinê
5. Emirê zara nebûyî qîmet ke
Dawid gelek rind şirovekir, ku çawa Yehowa dikeve heyra jîyîna zara nebûyî. Bixûne Zebûr 139:13-17, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ber çevê Yehowa jîyîn çi çax destpêdibe, gava jin hemle dertê, yan çaxê zar tê bûyînê?
Qanûnên Yehowa ku Îsraêliyara hatibûn dayînê, him dê him jî zara wêye nebûyî diparastin. Bixûne Derketin 21:22, 23, û paşê van pirsa şêwir ke:
Yehowa ça dinihêrî ser wî merivî, yê ku bê hemdê xwe dibû sebebê mirina zara nebûyî?
Yehowa ça dinihêrî ser wî merivî, yê ku hemdê xwe ev yek dikir?b
Tu derheqa nihêrandina Yehowaye usa, çi difikirî?
Hela hê ew kulfet jî, ya ku jîyînê qîmet dike, dikare bifikire, wekî çare tenê ev e, ku zarê berxwe bike. Bixûne Îşaya 41:10, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Hergê zorê dikine ser kulfetê, wekî zarê berxwe bike, ew gerekê alîkariyê ji kê bixwaze û çira?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Îzina kulfetê heye ku xwexa safî ke, zarê berxwe bike yan na, çimkî ew bedena wê ye.”
Lê çi te dide bawerkirinê, wekî Yehowa emirê zara nebûyî jî usa qîmet dike, çawa emirê dê?
TEMAMKIRIN
Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî him jîyîna xwe him jî jîyîna merivên din hiz kin, qîmet kin û biparêzin.
Wekilandin
Çira Yehowa jîyîna benda qîmet dike?
Yehowa çi difikire derheqa wî merivî, yê ku hemdê xwe kesekî dikuje?
Çira tu bona jîyînê şêkirdar î?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Em ça dikarin bona pêşkêşa jîyînê razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê?
Caba vê pirsê bivîne: Gelo Xwedê wê bibaxşîne wê kulfetê, ya ku zar berxwe kiriye?
“Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zarberkirinê?” (Gotara ji malperê)
Pêbihese ku nihêrandina Xwedê derheqa jîyînê, ça gerekê ser wedederbazkirina me hukum be.
“Nihêrandina Te Hindava Sportên Xof Gerekê Ça be?” (“Hişyar Bin!”, 8 Cotmehê, 2000)
Hergê fikira xwekuştinê dikeve hişê mêriv, ew ça dikare evê fikirê ji serê xwe derxe? Pêbihese ku Kitêba Pîroz ça dikare vê yekêda alîkariyê bide.
a Yehowa gelek xem dike bona wan, yên ku dilşkestî ne (Zebûr 34:18). Ew fem dike hestên merivên dilteng, ji bo çi jî ewana dibeke naxwazin bijîn. Lema jî Yehowa dixwaze alî meriva bike. Seva ku pêbihesî Yehowa ça alî meriva dike, binihêre gotara bi navê: “Ez Mirinê Dixwazim; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, Çaxê Ez Difikirim Xwe Bikujim?”. Ev gotar kifşkirî ye vê çargoşêda: “Hê Zêde Pêbihese”.
b Ewên ku zar berxwe kirine, gerekê gelek berxwe nekevin, çimkî Yehowa dikare bibaxşîne wan. Seva hê zêde elametî pêbihesî, binihêre gotara bi navê “Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zarberkirinê?”. Ev gotar kifşkirî ye vê çargoşêda: “Hê Zêde Pêbihese”.