KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 9/1 rûp. 8-12
  • Gelo Hûn weke Mesîh Gihîştî ne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Hûn weke Mesîh Gihîştî ne?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • MESÎHÎ ÇAWA DIKARE RUHANÎDA MEZIN BE?
  • “XWARINA GIRAN BONA MERIVÊD GIHÎŞTÎ YE”
  • YEKTIYÊ XWEY KIN
  • XWERA HEVALA JI WAN BIJBÊRE YÊN KU QIRARA XWEDÊ DIQEDÎNIN
  • Ruhanîda Gihîştî bin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Hizkirina Xwedêda Bimîne
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Birên Cahil, Bibine Mesîhiyên Gihîştî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Xûşkên Cahil, Bibine Mesîhiyên Gihîştî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 9/1 rûp. 8-12
Çawa Mesîhiyê gihîştî, bira Kitêba Pîroz dixûne, û mesela Îsa dide ber çevê xwe

Gelo Hûn weke Mesîh Gihîştî ne?

“Bibine merivêd gihîştî, xût weke bejin-bala Mesîh” (EFESÎ 4:13).

KILAMÊN: 11, 41

TUYÊ ÇA CABA XWE BIDÎ?

  • Mesîhiyên gihîştî çawa ji zanebûna rast karê distînin?

  • Mesîhiyên gihîştî ça edilayê dikine nava civatê?

  • Hevalên rast ça dikarin alî me bikin ku bibine Mesîhiyên gihîştî?

1, 2. Nêta hemû Mesîhiya çi ye? Meselê bîne.

MERIV dîna xwe dide ser çi, çaxê dikanêda êmîş dijbêre seva ku bikire? Hilbet ew wê dîna xwe nede ser mezinbûnê yan bahê wê. Dewsê, ew dijbêre wan êmîşa, kîjan ku bîna wan xweş e, silamet e, teze ye û bona xwarinê hazir e, dêmek gihîştî ye.

Mesîhiyê ruhanîda gihîştî prînsîpên Kitêba Pîroz digere, seva ku bikaribe têderxe ku çi rast e û çi xirab e

2 Çaxê meriv derheqa Yahowa pêdihese û safî dike xwe binixumîne, paşî vê yekê heleqetiya wî tevî Xwedê hê zêde dibe. Nêta wî ew e ku bibe Mesîhiyê gihîştî. Gihîştîbûn nayê hesabê çaxê meriv emirda mezin e. Gihîştîbûn ew e, ku meriv ruhanîda mezin e, dêmek heleqetiya wî tevî Yahowa nêzîk e. Pawlosê şandî dixwast ku Mesîhiyên di Efesêda gihîştî bin. Ewî ewana hêlan kirin ku baweriyêda yek bin û berdewam kin pêbihesin derheqa Îsa, seva ku “bibine merivêd gihîştî, xût weke bejin-bala Mesîh” (Efesî 4:13).

3. Em ça dikarin civata Efesî beramber kin tevî cimeta Yahowaye îro?

3 Çaxê Pawlos civata Efesîra neme nivîsî, îda çend sal bû ku ew civat hebû. Di vê civatêda gelek Mesîhî cêribandî bûn, dêmek gihîştî, lê hebûn merivên usa jî, kîjanara lazim bû heleqetiya xwe tevî Yahowa hê qewî kin. Îro jî usa ne. Gelek xûşk-birên me gelek wext e ku Yahowara qulix dikin û bûne Mesîhiyên gihîştî. Lê usa jî civatêda hene yên negihîştî. Mesele, her sal bi hezara meriv têne nixumandinê, lema hinekara hê lazim e ku bigihîjin (Kolosî 2:6, 7).

MESÎHÎ ÇAWA DIKARE RUHANÎDA MEZIN BE?

4, 5. Mesîhiyê gihîştî çawa dikarin ji hev cude bin, lê ewana çida yek in? (Binihêre şikilê ewlin.)

4 Çaxê tu dikanêda êmîşê gihîştî dijbêrî, tu divînî ku ewana weke hev nînin. Lê tê kifşê ku temam gihîştî ne. Usa jî Mesîhiyên gihîştî. Ewana weke hev nînin. Ewana ji welat û miletên cûre-cûre ne. Ewana emirda jî cûre-cûre ne. Lê yeke xeyset-hunurên hemû Mesîhiyên gihîştî yek in, çi ku dide kifşê ku ewana gihîştî ne. Lê kîjan in hinek ji wan hunura?

Ez gerekê çi guhastina bikim seva ku diha baş çev bidime Îsa?

5 Mesîhiyê gihîştî çev dide Îsa û “pêgeha” wîda diçe (1 Petrûs 2:21). Îsa got gelek ferz e ku meriv Yahowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe hiz bike, û usa jî hevalê xwe weke xwe hiz bike (Metta 22:37-39). Mesîhiyê gihîştî gelek dixebite seva ku ewê temiyê biqedîne. Ew bi cûrê jîyîna xwe îzbat dike, ku heleqetiya wî tevî Yahowa û hizkirina wî hindava meriva lape ferz e bona wî.

Birê emirda mezin dua dike, birên cahil jî serê xwe berjêr kirine

Mesîhiyên emirda mezin dikarin çev bidine milûktiya Îsa û alî wan cahila bikin, yên ku cabdariya hildidin ser xwe (Binihêre abzasa 6)

6, 7. a) Mesîhiyên gihîştî dîsa hine çi hunur eyan dikin? b) Em çi gerekê ji xwe bipirsin?

6 Hizkirin ew tenê yek e ji gelek hunura, kîjan ku Mesîhiyê gihîştî dide kifşê (Galatî 5:22, 23). Ew usa jî milûktî, sebirkirin, û xwegirtinê dide kifşê. Ew hunur alî Mesîhiyê gihîştî dikin, ku derecên çetinda teyax ke û berxwenekeve, usa jî gumana xwe unda nake çaxê ji bo tiştekî dilteng dibe. Mesîhiyê gihîştî di hînbûna xweye şexsîda prînsîpên Kitêba Pîroz digere, kîjan ku alî wî dikin bizanibe çi ye rast û çi ye nerast. Paşê çaxê îsafa wî bi Kitêba Pîroz hînkirî be, ewê bikaribe safîkirina bi bîlanî bike. Mesîhiyê gihîştî şkestî ye, û lema ew bawer dike ku rêberî û prînsîpên Yahowa timê hê baş in ne ku yên wî.a (Binihêre spartin.) Ew mizgîniya xêrê bi xîret dannasîn dike û çiqas dikare alîkariyê dide seva ku civat yektiyêda bimîne.

7 Firqî tune em çiqas wext Yahowara qulix dikin, her kes ji me dikare pirsê bide xwe: “Gelo ez dikarim tiştekî biguhêzim seva ku hê rind çev bidime Îsa? Gelo ez çida dikarim pêşda herim?”

“XWARINA GIRAN BONA MERIVÊD GIHÎŞTÎ YE”

8. Îsa Kitêba Pîroz ça zanibû û ça fem dikir?

8 Îsa Nivîsarên Pîroz rind zanibû û fem dikir. Ew hela hê 12 salî bû Nivîsarê Pîroz dida xebatê, çaxê tevî dersdara di paristgehêda xeberdida. “Hemûyêd ku xeberdana wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd wî zendegirtî diman” (Lûqa 2:46, 47). Paşê, çaxê ewî dannasîn dikir, ewî Xebera Xwedê rind dida xebatê, seva ku dijminên xwe bide kerkirinê (Metta 22:41-46).

9. a) Kîjan bernama hînbûnê heye cem Mesîhiyê gihîştî? b) Em çira Kitêba Pîroz hîn dibin?

9 Ew merivê ku dixwaze bibe Mesîhiyê gihîştî, çev dide mesela Îsa û dixwaze Kitêba Pîroz çiqas dikare rind fem ke. Ew timê Kitêba Pîrozda rastiyên kûr digere, çimkî zane ku ew “xwarina giran bona merivêd gihîştî ye” (Îbranî 5:14). Mesîhiyê gihîştî dixwaze ku ji Kitêba Pîroz zanebûna rast bistîne (Efesî 4:13). Lema pirsa bide xwe: “Ez her roj Kitêba Pîroz dixûnim? Cem min heye bername bona hînbûna şexsî? Ez her heftî qulixkirina tevî malbetê derbaz dikim?” Çaxê tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, prînsîpên usa bigere, kîjan ku wê alî te bikin pêbihesî ku Yahowa ça difikire û çi texmîn dike. Paşê ewan prînsîpa bide xebatê, çaxê safîkirina dikî. Ew yek wê alî te bike ku tevî Yahowa hê nêzîk bî.

10. Mesîhiyê gihîştî ça dinihêre ser şîret û prînsîpên Xwedê?

10 Mesîhiyê gihîştî, ne ku tenê gerekê bizanibe Kitêba Pîroz çi dibêje. Ew gerekê hiz bike şîret û prînsîpên Xwedê. Ew ewê hizkirinê dide kifşê çaxê qirara Yahowa diqedîne, ne ku ça dixwaze usa dike. Ew hela hê emirê xwe jî, fikir, û şixulên xwe jî diguhêze. Mesele, ew çev dide Îsa û dibe merivê nû, kîjan ku “bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye”. (Bixûne Efesî 4:22-24.) Gelek ferz e ku meriv bîra xweda xwey ke, ku Xwedê ruhê xweyî pîroz daye xebatê, bona rêberiyê bide nivîskarên Kitêba Pîroz. Dêmek çaxê Mesîhî Kitêba Pîroz lêkolîn dike, ruhê Xwedêyî pîroz alî wî dike, ku zanebûna xwe hê zêde ke, hizkirinêda hê mezin be, û heleqetiya xwe tevî Yahowa hê qewî ke.

YEKTIYÊ XWEY KIN

11. Îsa çaxê ser erdê bû ewî çi ser xwe texmîn dikir?

11 Îsa çaxê ser erdê ça merivê qedandî bû, dor berê wî merivên neqedandî bûn. Dê-bavê wî û xûşk-birên wî, gişk jî neqedandî bûn. Hela hê şagirtên Îsayî nêzîk jî hunurên usa dane kifşê çawa babaxî û xwehizî. Mesele, şev pêşiya mirina wî, şagirtên wî diketine dewê ku “nav wanda kîjan wê yê herî mezin bê hesabê” (Lûqa 22:24). Rast e ewana nerast difikirîn ji bo neqedandîbûna xwe, lê Îsa zanibû ku peyçûyên wî zûtirekê wê bibine Mesîhiyên gihîştî û civatê saz kin, kîjan ku wê yektiyêda be. Wê şevê, Îsa bona wan dua kir, seva ku ewana yektiyêda bin. Ewî ji Bavê xwe hîvî kir ku ewana bibine yek, û got: “Bavo, çawa tu nava minda yî û ez nava teda me, em yek in”. Ewî zêde kir: “Wekî ew bibin yek, çawa ez û tu yek in” (Yûhenna 17:21, 22).

12, 13. a) Em çawa Mesîhî, nêta me çi ye? b) Birak ça hîn bû ku tivaqê xwey ke?

12 Mesîhiyê gihîştî tifaqê dike nava civatê. (Bixûne Efesî 4:1-6, 15, 16.) Çawa Mesîhî, nêta me ew e “hevva girêdayî” bin, dêmek tevî hev yektiyêda şixulkariyê bikin. Seva ku Mesîhî bi vî cûreyî yektiyêda be, ew gerekê milûk be. Çaxê Mesîhiyê gihîştî rastî neqedandîbûna kesekî din tê, ew heta wî heye dixebite seva ku di civatêda yektiyê xwey ke. Lema jî pirsê bide xwe: “Ez ça xwe didime kifşê çaxê xûşk yan bira şaşiya dikin? Ez çi texmîn dikim çaxê kesek dilê min dêşîne? Ez tevî wî merivî îda xebernadim? Yan ez dixebitim ku heleqetiya xwe tevî wî merivî baş kim?” Mesîhiyê gihîştî dixwaze ku problêma safî ke, dewsa ku bona merivên din bibe problêm.

13 Were em binihêrin mesela Ûwe. Berê, ew timê dilteng dibû ji bo şaşiyên xûşk û bira, ku ji neqedandîbûnê dikirin. Paşê ewî safî kir, ku bi Kitêba Pîroz û kitêba “Femkirina Nivîsarê”, jîyîna Dawid lêkolîn bike. Lê çira xût Dawid? Çimkî Dawid jî dilteng dibû, çaxê problêmên wî tevî hine qulixkarên Xwedê hebû. Mesele, Padşa Şawûl dixwest Dawid bikuje, hine meriva dixwestin wî bidine ber kevira, û hela hê jina wî jî qerfê xwe wî dikir (1 Samûyêl 19:9-11; 30:1-6; 2 Samûyêl 6:14-22). Meriva hindava Dawid çi jî dikirin, lê Dawid yeke Yahowa hiz dikir û îtbariya xwe wî dianî. Hin jî ewî remtî nîşan dikir. Ûwe fem kir ku wîra jî lazim e usa bike, çawa Dawid. Bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz, ew pêhesiya ku wîra lazim e nihêrandina xwe hindava neqedandîbûna xûşk û bira biguhêze. Wîra lazim bû ku bîra xweda xwey neke şaşiyên wan, û yektiyê xwey ke civatêda. Gelo ew yek xwestina te ye jî?

XWERA HEVALA JI WAN BIJBÊRE YÊN KU QIRARA XWEDÊ DIQEDÎNIN

14. Îsa ça xwera heval dijbartin?

14 Îsa Mesîh hindava hemû meriva baş bû. Jin û mêr, cahil û mezin, û hela hê zara jî, tevî wî xwe rind texmîn dikirin. Lê ewî fesal xwera hevalên nêzîk dijbartin. Ewî gote şandiyên xwe: “Hûn dostêd min in, heger hûn wan temiyêd ku ez didime we xwey dikin” (Yûhenna 15:14). Îsa xwera hevalên usa dijbart, yên ku bi aminî pey wî diçûn û usa jî Yahowa hiz dikirin û wîra qulix dikirin. Gelo tu jî xwera hevalên usa dijbêrî, yên ku Yahowa bi temamiya dilê xwe hiz dikin? Çira ew yek ferz e?

Tu hevalên usa xwera dijbêrî, yên ku bi dil û can Yehowa hiz dikin?

15. Cahil ji hevaltiya tevî Mesîhiyên gihîştî, çi karê dikarin bistînin?

15 Êmîş heçî zef li wê derê digihîje, kîderê ku şewqa tevê ye û germ e. Usa jî hizkirina xûşk û birên me dikare alî te bike ku ruhanîda bigihîjî. Hergê tu cahil î, û difikirî ku emirê xwe ça derbaz kî, wê bi bîlanî be ku tu xwera hevalên usa bijbêrî, yên ku gelek wext Yahowara qulix dikin û civatêda yektiyê xwey dikin. Û wedê qulixkirinê dibeke problêmên wan jî hebûne, û ber çetinaya jî teyax kirine. Yên usa dikarin alî te bikin, seva ku jîyîna lape baş bijbêrî. Çaxê tu tevî wan meriva wede derbaz kî, ewana wê bikaribin alî te bikin ku safîkirinên rast bikî û çawa Mesîhî ruhanîda mezin bî. (Bixûne Îbranî 5:14.)

16. Çawa Mesîhiyên gihîştî alî xûşkekê kirin, çaxê ew cahil bû?

16 Hêlga tîne bîra xwe ku çaxê ewê îda mekteba xwe xilaz dikir, gelek ji şagirta xeberdidan derheqa nêtên xweye bona axiriyê. Heçî zef dixwestin xwendina bilind bistînin, seva ku karyêra wan hebe. Lê Hêlgayê xeberdida tevî hevalên xweye di civatêda, yên ku gihîştî bûn. Ew gilî dike: “Gelek hevalên min, ji min mezintir bûn, û wana gelek alî min kir. Wana ez hêlan dikirim seva ku ez çawa qulixkarê hertim qulix bikim. Û axiriyê jî min karibû pênc sala çawa pêşengê hertim qulix kim. Niha îda sal derbaz bûne, û ez gelek şa me ku wedê cahiltiyê, min diha zef hiş-aqilê xwe dabû ser wê yekê ku Yahowara qulix kim. Û tu menî tune ku ez poşman bim ku min usa kir”.

17, 18. Em ça dikarin hê baş Yahowara qulix bikin?

17 Hergê em çev bidine Îsa, emê mezin bin û bibine Mesîhiyên gihîştî. Emê nêzîkî Yahowa bin, û xwestina me ku wîra qulix bikin wê hê mezin be. Meriv hê baş Yahowara qulix dike çaxê ew gihîştî ye. Îsa peyçûyên xwe hêlan kir: “Usa jî bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (Metta 5:16).

18 Di vê têmayêda em pêhesiyan, ku çawa Mesîhiyê gihîştî dikare alîkariya mezin bide civatê. Mesîhî usa jî dide kifşê ku gihîştî ye, çaxê îsafa xwe rast dide xebatê. Gelo îsafa me ça dikare alî me bike, ku safîkirina bi bîlanî bikin? Û em ça dikarin qedir bidine kifşê hindava îsafa merivên din? Di têma dinda caba wan pirsa emê pêbihesin.

a Mesele, ji birayê cêribandî ku emirda mezin e, dikare bê hîvîkirinê ku kifşkirina xwe bihêle û alî birayên cahil bike, ku ewana dewsa wî bêne kifşkirinê.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Mesîhiyê gihîştî şîretên Yahowa hiz dike. Ew dixwaze qirara Yahowa biqedîne, ne ku xwestina xwe bike, û hin jî ew çev dide Îsa vê yekêda ku Îsa ça xwe dida kifşê û ça xeberdida. Ew di Kitêba Pîrozda prînsîpa digere, kîjan ku wê alî wî bikin ku ew bizanibe firqiya orta rastiyê û nerastiyê. Û ew çiqas dikare hemû tiştî dike, seva ku yektiya civatê qewî ke

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin