KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 9/1 rûp. 3
  • Kî ne Şedên Yahowa?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kî ne Şedên Yahowa?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Gelo Şedên Yehowa Mesîhiyên Rast in?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Şedên Yehowa Zorê Zarên Xwe Dikin wekî Rêlîgiya Wan Qebûl kin?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 9/1 rûp. 3
Jinikek dîna xwe dide Şedên Yahowa, kîjan ku ser qulixkirina bi stênda, xerîtê mobîlê didine xebatê

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ

Kî ne Şedên Yahowa?

“Çend sal e ku ez Mayk nas dikim. Ew Şedê Yahowa ye. Rêlîgiya wî bona min timê nefemdarî bû. Gelo kî ne Şedên Yahowa? Çira ewana cejina derbaz nakin? Dibeke Mayk ketiye sêktekêda?” (Bêkî, Kalîfornya, Dewletên Yekbûyî).

“Çaxê cînarên min destpêkirin tevî Şedên Yahowa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin, ez fikirîm: ‘Şedên Yahowa, ev nav çi tê hesabê? Ew çi navekî ecêb e bona rêlîgiyayê!’” (Zênon, Ontaryo, Kanada).

“Ez û jina min, em difikirîn ku Şedên Yahowa dixwazin bidine xebatê evê yekê, ku em xwe sûcdar dikin, çimkî em naçine dêrê. Em usa jî difikirîn ku heger me dêrên mezinda ne dît ew çi ku em digeriyan, îlahî di vê sêkta Şedên Yahowada emê ça bivînin” (Kênt, Waşîngton, Dewletên Yekbûyî).

“Min bi rastiyê nizanibû ku Şedên Yahowa kê ne û ne jî zanibû ewana çi bawer dikin” (Sêsîlîa, Esbcêrg, Denmark).

Dibeke we Şedên Yahowa dîtine çaxê ewana mal bi mal yan jî derva dannasîn dikin, û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bela dikin, usa jî teglîf dikin ku hînbûna Kitêba Pîroz bê pere derbaz bin. Dibeke we eva jûrnala ji wana standiye. Û niha jî dibeke hûn difikirin, ku gelo bi rastiyê kê ne Şedên Yahowa. Dibeke fikirên we mîna yên wan meriva ne, derheqa kîjana jorê hate gotinê.

Hergê pirsên weye usa hene, hûn kîderê dikarin cabên wan bistînin? Hûn ça dikarin pêbihesin ku Şedên Yahowa bi rastiyê çi bawer dikin, ça xercê qulixkirina wan û xercê ciyên qulixkirina wan tê dadanê, û çira ewana derê we dixin yan derva nêzîkî we dibin?

Sêsîl derheqa kîjanê jorê hatiye gotinê, gilî dike: “Min derheqa Şedên Yahowa gelek tişt întêrnêtêda xwend. Min derheqa wana cûre-cûre tişt dibihîst û usa jî min dibihîst xeberdana nebaş derheqa rêlîgiya wan”. Paşê Sêsîlê xwexa tevî Şedên Yahowa xeberda û cabên ser pirsên xwe sitand.

Hûn dixwazin derheqa Şedên Yahowa cabên rast ser pirsên xwe bistînin? Em we hêlan dikin ku dîna xwe bidine înformasiya lape rast ji Şedên Yahowa, yên ku ev jûrnal derxistine (Metelok 14:15). Em bawer in ku têmên din wê alî we bikin bivînin, ku em kê ne û em çi bawer dikin, û usa jî em çi şixulî dikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin