Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsêd ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 29 Hezîranê sala 2015. Ew reqema ku paşî pirsa, bendda nivîsar e, dide kifşê wekî kengê ev fikir hatibû şirovekirinê, seva ku hûn bikaribin xwera lêkolînê bikin çaxê seva mektebê her heftî hazir dibin.
Çaxê Mîkalê tevî Dawid xeber da, xeberdana wêda çi nerast bû, û çi ders cotêd zewicî gerekê ji vê serhatiyê seva xwe hildin? (2 Sam. 6:20-23) [11 Gulanê, w11 1/8 rûp. 12 abz. 1]
Natan pêxember çawa xwe kifş kir, çaxê Yahowa ew rast kir ji bo wê yekê ku ew gote Dawid, wekî here û seva Yahowa paristgehê ava ke? (2 Sam. 7:2, 3) [11 Gulanê, w12 15/2 rûp. 24 abz. 6-7]
Çira Natan dewsa ku pêra-pêra bêje Dawid derheqa gunê wîye giran, ew mesele anî ya ku 2 Samûyêl 12:1-7-da nivîsar e? Çawa ev serhatî dikare alî me bike, bibine dersdarêd baş? [18 Gulanê, w12 15/2 rûp. 24 abz. 2-3]
Ça Abşalom karibû Îsraêliya bixelifîne, û çawa em dikarin ji “Abşalomêd” roja îroyîn xwe xwey kin? (2 Sam. 15:6) [25 Gulanê, w12 15/7 rûp. 13 abz. 7]
Çawa Yahowa halê giranda alî Dawid kir û da wîra ew, çida ew hewce bû, û ji wê yekê em çi dikarin hîn bin? (2 Sam. 17:27-29) [1 Hezîranê, w08 15/9 rûp. 6 abz. 15-16]
Çi kar seva xwe em dikarin hildin ji mesela Dawid, ku çawa ewî hindava Îttayê xerîb, xwe kifş kir? (2 Sam. 18:2) [1 Hezîranê, w09 15/5 rûp. 27 abz. 7]
Çawa xûşk-birêd civatê yêd emirda mezin, dikarin ji mesela Barzîllayê karê seva xwe bivînin? (2 Sam. 19:33-35) [8 Hezîranê, w07 15/7 rûp. 15 abz. 1-2]
Çawa giliyê Dawid derheqa aminî, qulixkarêd Yahowa roja îroyîn guman dikin? (2 Sam. 22:26) [15 Hezîranê, w10 1/6 rûp. 26 abz. 6-7]
Çi cûreyî Natan, aminî hindava Xwedêda da kifşê, û ça em dikarin îro evî xeysetî bidine kifşê? (1 Padş. 1:11-14) [22 Hezîranê, w12 15/2 rûp. 25 abz. 1, 4-5]
Kîjan derecêd emirda, qulixkarê Xwedê dikare nerast dişirmîş be û temiyêd Xwedê hilnede hesab, çawa ku ev yek hate serê Silêman? (1 Padş. 3:1) [29 Hezîranê, w11 15/12 rûp. 10 abz. 12-14]