BONA LÊKOLÎNÊ
Çetinayada Mêrxasiya Xwe Unda Neke
Bixûne Yêremya 38:1-13 û pêbihese, ku Yêremya û Ebedmelek çiqas mêrxas bûn.
Kontêkstê hilde hesab. Yêremya ça xebera Yehowa bi mêrxasî elam dikir? (Yêremya 27:12-14; 28:15-17; 37:6-10) Çaxê cimetê elametiya Yêremya bihîst, wana ça xwe dane kifşê? (Yêremya 37:15, 16)
Kûr lêkolîn ke. Yêremya rastî çi çetinayê hat? (jr 26-27 ¶20-22) Lêkolîn ke, ku wedê berê “bîrên vedayî” çi cûreyî bûn û çawa didane xebatê? (it-2 1192) Gava Yêremya hindurê bîrêda bû, ya ku tije herî bû, gelo ewî xwe ça texmîn dikir? Dibeke Ebedmelek ji çi ditirsiya? (w12 1/5 31 ¶2-3)
Dersa bistîne. Ji xwe bipirse:
Ça ez ji vê serhatiyê pêhesiyam, Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparêze? (Zebûr 97:10; Yêremya 39:15-18)
Kîjan derecada ez gerekê mêrxasiyê bidime kifşê?
Ez ça dikarim dilê xwe qewî kim, wekî wedê cêribandina amin bimînim? (w11 1/3 30)a
a Seva ku hê zêde înformasiya bivînin, dîna xwe bidine “Rêberî bona Lêkolînê” ji Birca Qerewiliyê, Tîrmeh 2023.