Sean Gladwell/Moment via Getty Images
HIŞYAR BIMÎNIN!
Nav Temamiya Dinyayê seva Şer-Dewa 2 Trîlyon Dolar Zêdetir Xerc Dibe—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Sala 2022-da nav temamiya dinyayêda xercên bona şer-dewa usa mezin bûn, ku tu car berê tiştê usa tune bû û ev xerc gihîştine 2.24 trîlyon dolar, heçî zef ji bo hicûmkirina Rûsyayê ser Ûkraînê. Hesabekîda ya meha Nîsanê sala 2023 (Stockholm International Peace Research Institute, SIPRI) derheqa sala 2022 usa nivîsiye:
Nava salekêda xercên Ewropayê bona ordiyên eskeriyê “ser 13 selefa mezin bûn, çi ku pey şerê sar, dêmek paşî sala 1991, Ewropayêda xercê herî mezin bû”.
“Rûsya...xercên xwe weke ser 9.2 selefa zêde kir, ji bo çi jî ew xercên xweda nav hemû welatên dinyayê ji ciyê pênca derbazî ciyê sisiya bû”.
Ciyê pêşin xercên eskeriyêda Dewletên Yekbûyî digire, çimkî “ji xercên temamiya dinyayê bona eskeriyê, xercên wan 39 selef e”.
Zandarekî bi navê Nan Tiyên, yê ku avtorekî hesabê SIPRI-ye, usa got: “Ev yek ku xercên bona eskeriyê nav temamiya dinyayê wan salên paşwextiyêda usa mezin bûne, nîşan dike wekî em dinyake tevlihevbûyî û xofda dijîn”.
Kitêba Pîrozda derheqa rojên me tê gotinê, wekî heleqetiya orta serwêrên dewletên herî qewî, wê çiqas here hê çetin be, û usa jî têda tê gotinê ku çi dikare edilayê pêşda bîne.
Zêdebûna şer-dewa hatibû pêxembertîkirinê
Kitêba Pîroz rojên me nav dike “dema dawiyê”, dêmek rojên xilaziyê (Daniyêl 8:19, ÎM).
Kitêba Daniyêlda hatibû pêxembertîkirinê, wekî wî wedeyîda serwêrên dinyayê yên herî qewî wê hevra bikevine lecê. Ev serwêrên dinyayê wê bona serîtiyê “şer” bikin, wekî ciyê herî bilind bigirin. Ji bo şerê xwe, ewana wê gelek “xiznên” xwe, dêmek gelek pera xerc kin (Daniyêl 11:40, 42, 43, ÎM).
Seva ku hê zêde derheqa vê pêxembertiya ji Kitêba Pîroz pêbihesin, binihêrin vîdêo “Pêxembertiya ji Daniyêl Serê 11 ku Hate Sêrî”.
Edilayî çawa wê bê ser erdê
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê wê serwêrtiyên meriva bide guhastinê. Ew “wê padşatiyê kifş ke, yê ku wê tu car kuta nebe. Û ev padşatî miletê mayînra wê neyê dayînê. Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44, DT).
Yehowaa Xwedê wexteke kinda vê yekê wê bike, çi ku destê tu hukumetiya merivada nîne, dêmek edilaya heta-hetayê bîne ser erdê. Lê gelo çawa? Padşatiya Wîye ezmanî wê hemû çeka û zordariyê bide hildanê (Zebûr 46:8, 9).
Seva ku hê zêde pêbihesin, derheqa wê yekê ku Padşatiya Xwedê wê çi bike, bixûnin gotar “Bin Serwêrtiya Padşatiya Xwedê wê ‘Edilayî Gelek be’”.
a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).