KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 140
  • Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gelo seva ku Em Xilaz bin, Bes e Tenê Baweriya Xwe Îsa Mesîh Bînin?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Hûn Îsa Mesîh Bawer Dikin?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 140
Der dora Îsa cûre cûre meriv in

Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?

Caba Kitêba Pîroz

Îsa emirê xwe kire qurban û bi vê yekê rê merivên aminra vekir, ku jîyîna heta-hetayê bistînin (Metta 20:28). Lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Îsa “Xilazkirê dinyayê” ye (1 Yûhenna 4:14). Ev usa jî dibêje: “Bi kesekî mayîn xilazbûn tune, çimkî bin perê ezmênda navekî din merivara nehatiye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin” (Karên Şandiya 4:12).

Îsa bona her kesên ku baweriya xwe wî tînin, emirê xwe da (Îbranî 2:9; Yûhenna 3:16). Paşê: “Xwedê ew ji mirinê rakir”, û Îsa ça kesê ruhanî vegeriya ser ezmana (Karên Şandiya 3:15). Ji ezmên Îsa wê “wan xilaz ke, yêd ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî ew timê sax e, ku bona wan lava-navçêtiyê bike” (Îbranî 7:25).

Çima em hewce ne, wekî Îsa bona me lava-navçêtiyê bike?

Her kes ji me gunekar e (Romayî 3:23). Gune sînor danî orta me û Xwedê, û ev meriva berbi mirinê dibe (Romayî 6:23). Lê Îsa bû “piştgirê” wan, yên ku baweriya xwe wî tînin (1 Yûhenna 2:1). Ew ber Xwedê lava dike, wekî duayê me bibihê, û ser hîmê qurbanbûna wî gunê me bibaxşîne (Metta 1:21; Romayî 8:34). Ev lavayên Îsa li gora qirara Bavê wî bûn, lema jî Yehowa ev qebûl kirin. Xwedê Îsa şande ser erdê “wekî dinya pê wî xilaz be” (Yûhenna 3:17).

Gelo tenê baweriya hindava Îsa dikare me xilaz ke?

Na. Hemikî, seva ku xilaz bin, lazim e baweriya xwe Îsa bînin, lê xêncî vê yekê dîsa dewakirin hene (Karên Şandiya 16:30, 31). Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çawa qalib bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Seva ku xilaz bin lazim e:

  • Îsa û Bavê wî Yehowa, nas kin (Yûhenna 17:3).

  • Baweriya xwe hindava wan qewî kin (Yûhenna 12:44; 14:1).

  • Pê qanûn û prînsîpên Xwedê bijîn (Lûqa 6:46; 1 Yûhenna 2:17). Îsa digot, wekî ne her kesên ku wîra bêjin “Xudan” wê xilaz bin, lê tenê “yê ku emirê Bavê [wîyî] Ezmana diqedîne” (Metta 7:21).

  • Çetinayada jî baweriya xwe xwey kin. Çimkî Îsa got: “Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be” (Metta 24:13).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin