KILAM 71
Em Ordiya Xwedê Ne
- 1. Em ordiya Xwedê ne, - Rêber Îsa ye. - Dijminê me Îblîs e, - şerê me ruhî ye. - Bê tirs em dixebitin - di xizmetê de. - Em mizgînê didin - ji her kesî re. - (DÎSGOTIN) - Em şagirtên Mesîh in, - ordiya Xwedê. - Em tim îlan dikin - Padîşahiyê. 
- 2. Em bi xîret digerin - li miyên Îsa, - li kesên ku dixwazin - guh bidin Yehowa. - Mal bi mal em digerin, - em qet nawestin, - çimkî em dixwazin - wan xelas bikin. - (DÎSGOTIN) - Em şagirtên Mesîh in, - ordiya Xwedê. - Em tim îlan dikin - Padîşahiyê. 
- 3. Em ordiya Xwedê ne, - em tim hazir in. - Bi saya çekên ruhî - em xurt disekinin. - Ji rêya Îsa Mesîh - em qet şaş nabin. - Emê bi dilsozî - berdewam bikin. - (DÎSGOTIN) - Em şagirtên Mesîh in, - ordiya Xwedê. - Em tim îlan dikin - Padîşahiyê.