Roja Duşemê, 10 Mijdar
Her tiştî ji hev derxin (1. Selanîkî 5:21).
Peyva Yûnanî, ya ku wek “ji hev derxin” hatiye tercûmekirin, ji bo tesbîtkirina madenên biqîmet dihat bikaranîn. Yanî, lazim e ku em rastiya tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin, tesbît bikin. Ev yek ji bo me hê jî muhîmtir e, çimkî tengahiya mezin her ku diçe nêzîktir dibe. Li şûna ku em safik bin û baweriya xwe bi her tiştî bînin, gerek em rind bifikirin ka tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin li gor gotinên Kitêba Pîroz û gotinên teşkîlata Yehowa rast in yan na. Eger em wisa bikin, emê bi dek û dolabên cinan neyên xapandin (Methelokên Silêman 14:15; 1. Tîmotêyos 4:1). Wek qewm, xizmetkarên Xwedê wê ji tengahiya mezin sax derbas bibin. Lê wek ferd, em nizanin ku sibê çi wê biqewime (Aqûb 4:14). Lê çi dibe bila bibe, tiştê herî muhîm ev e ku em dilsoz bimînin. Eger em berî tengahiya mezin bimirin jî, emê jiyana herheyî bistînin. Bila em her tim bala xwe bidin hêviya xwe ya bêemsal û ji bo roja Yehowa hazir bin! w23.06 13 par. 15-16
Roja Sêşemê, 11 Mijdar
Wî sira xwe ji xizmetkarên xwe re … eşkere kiriye (Amos 3:7, NWT).
Em nizanin ku hin wehdên Kitêba Pîroz wê çawa bên cih (Danîêl 12:8, 9). Rast e, em tam nizanin ku wehdên Xwedê wê çawa bên cih. Lê ev yek nayê maneya ku ewê rast dernekevin. Em dikarin bawer bin ku mîna berê, Yehowa wê tam di wexta rast de tiştên ku gerek em bizanibin ji me re eşkere bike. Îlana “aştî û ewledarî” yan selamet û emniyet wê bê kirin (1. Selanîkî 5:3). Paşê hêzên siyasî wê hicûmî dînê sexte bikin û wî helak bikin (Peyxam 17:16, 17). Piştî vê, ewê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin (Hêzekîêl 38:18, 19). Ev qewimandin wê derbasî şerê dawîn ê Harmegedonê bibin (Peyxam 16:14, 16). Em dikarin emîn bin ku di wexteke nêzîk de, ev tişt wê biqewimin. Heta hingê, em her tim dixwazin şikirdariya xwe ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidin. Û emê baş bala xwe bidin wehdên Kitêba Pîroz û alî kesên din bikin ku ew jî eynî tiştî bikin. w23.08 13 par. 19-20
Roja Çarşemê, 12 Mijdar
Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye (1. Yûhena 4:7).
Gava Pawlosê şandî behsa hêvî, bawerî û hezkirinê kir, wî gotibû ku “ji van [sifetan] ya herî mezin hezkirin e” (1. Korîntî 13:13). Pawlos çima wisa gotibû? Li dinyaya nû, wê êdî ne lazim be ku em hêvî û bawer bikin ku sozên Xwedê pêk werin, çimkî emê bi çavê xwe bibînin ku ew çawa hatine cih. Lê tiştek wê her û her bimîne. Gelo çi? Gerek em her tim ji Yehowa Xwedê û ji mirovan hez bikin. Ev hezkirin wê heta hetayê mezintir bibe. Wekî din, şagirtên Îsa Mesîh ên rast bi hezkirina xwe tên naskirin. Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re wisa gotibû: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûhena 13:35). Hezkirin îtifaq û yekîtiya me diparêze. Pawlosê şandî anî ziman ku hezkirin “girêdana bêkêmahîtiyê ye” (Kolosî 3:14). Yûhenayê şandî ji xwişk û birayan re nivîsand: “Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike” (1. Yûhena 4:21). Gava em hezkirina xwe ji hev re nîşan didin, bi eslê xwe em hezkirina xwe ji Yehowa Xwedê re nîşan didin. w23.11 8 par. 1, 3