KILAM 94
Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in
- 1. Bavê me Yehowa, ji bo Peyva te - em pir şikurdar in, ew xezîne ye. - Em êdî azad bûne - bi saya Peyva te, - ew ronahî dike hemû gavên me. 
- 2. Peyva te wek şûr e, ew digihîje - fikrên di kûrahiya dilê me de. - Zelal û bêqisûr in - hemû qanûnên te, - ew me diparêzin di her tiştî de. 
- 3. Pêxemberên berê însan bûn wek me, - loma Peyva te dilê me digire. - Bi rastî biqîmet in - hemû şîretên te. - Em pir şikurdar in ji bo Peyva te! 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 19:9; 119:16, 162; 2. Tîm. 3:16; Aqûb 5:17; 2. Ptr. 1:21)