KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lvssm r. 17-18
  • 9. “Ji Fuhûşê Birevin”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 9. “Ji Fuhûşê Birevin”
  • Di Hezkirina Xwedê de Bimîne – Bi Kurtasî
Di Hezkirina Xwedê de Bimîne – Bi Kurtasî
lvssm r. 17-18

9. “Ji Fuhûşê Birevin”

1 BÊEXLAQIYA CINSÎ DAFIK E

“Ji fuhûşê birevin” (1. Korîntî 6:18).

Bêexlaqiya cinsî çima pir bitalûke ye?

  • 4. Mûsa 25:1-9; 2. Korîntî 2:11

    Dinyaya Şeytên bi bêexlaqiya cinsî ve tije bûye, û ev yek dikare li ser xizmetkarên Yehowa jî tesîr bike. Bêexlaqiya cinsî yek ji dafikên Îblîs ya herî bitalûke ye, û gerek em xwe ji vê dafikê biparêzin.

  • Methelokên Silêman 22:3; Galatî 6:7, 8

    Bîne ber çavê xwe ku bêexlaqiya cinsî dibe sebeba çi qas kul û derdan.

  • 1. Korîntî 6:9, 10

    Kesekî ku dev ji bêexlaqiya cinsî bernade nikare di civatê de bimîne.

2 JI BÊEXLAQIYA CINSÎ BIREVE

“Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin. Di pey de xwestek ... guneh tîne” (Aqûb 1:14, 15).

Em çawa dikarin li hemberî bêexlaqiya cinsî bisekinin?

  • Eyûb 31:1; Yêremya 17:9; Metta 5:27, 28; Kolosî 3:5

    Berî ku fikrên bêexlaq bibin sebeba xwestekên xerab, wan hemen ji hişê xwe bavêje. Ji pornografiyê dûr bisekine.

  • 1. Mûsa 39:7-12; 2. Korîntî 4:7; Aqûb 1:5

    Eger lazim be, biqerar hereket bike. Ji Yehowa alîkariyê bixwaze.

  • Methelokên Silêman 27:11

    Bifikire ku guhdarîkirina li qanûnên Xwedê çi qas bifeyde ye.

  • Methelokên Silêman 13:20; 1. Korîntî 15:33

    Bi kesên ku ji Yehowa û standardên wî hez dikin re hevaltiyê bike.

3 CESARETA XWE WINDA NEKE – YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE

“Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î” (Zebûr 86:5).

Eger me gunehekî giran kiribe, Yehowa çawa dikare alî me bike?

  • Zebûr 103:14; Methelokên Silêman 28:13; Romayî 7:21-25

    Eger kesek tobe bike, Yehowa wê wî efû bike.

  • Galatî 6:1, 2; Aqûb 5:14-16

    Kalên civatê dikarin alî me bikin ku em dostaniya Yehowa ji nû ve qazanc bikin.

  • Methelokên Silêman 3:5, 6; Filîpî 4:8, 9

    Xîret bike ku fikrên te li Yehowa xweş bên. Eger tu wisa bikî, tuyê qerarên bihîkmet bidî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne