KILAM 161
Ezê Daxwaza Te Bikim
(Zebûr 40:8)
- 1. Gava Îsa ji avê derket, - xebera te ket dilê wî. - Ew hazir bû ku armanca te - pêk bîne bi dilsozî. - Navê te bi xîret û rastî - wî pîroz dikir her tim. - Ew yekî çi qas fedakar bû, - bila ez jî wisa bim! - (DÎSGOTIN) - Ji dilê xwe amade me - ku pêk bînim daxwaza te. - Dilê min geş, dilê min xweş, - rêya min ronahî ye. - Kerema te li ser min e, - umîda min li ber min e. - Bi şev û roj amade me - ku ez bikim emrê te, - daxwaza te. 
- 2. Naskirina te, ey Yehowa, - çi şerefeke mezin e. - Bi xebera te ez dicoşim, - dinya alem bizane. - Ezê navê te îlan bikim, - rêya te çi qas xweş e. - Ya Xwedê, ez pir serbilind im - ku ez aîdî te me. - (DÎSGOTIN) - Ji dilê xwe amade me - ku pêk bînim daxwaza te. - Dilê min geş, dilê min xweş, - rêya min ronahî ye. - Kerema te li ser min e, - umîda min li ber min e. - Bi şev û roj amade me - ku ez bikim emrê te, - daxwaza te. - Ez tim amade me! 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 40:3, 10.)