23-29 ADAR
ÎŞAYA 48-49
Kilam 89 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Guh Bide Yehowa û Xêrê Jê Bibîne
(10 deqe)
Yehowa xizmetkarên xwe hîn dike (Îş 48:17; it-E “Hînker, Hînkirin” par. 2)
Gerek mirov bi xwe qerar bide ku guhdariya Yehowa bike (Îş 48:18a; ijwbq meqale 44 par. 2-3)
Kesê ku wisa dike, aştiya wî wê “wekî çeman” û edaleta wî wê “wekî sêlaka deryayê” bibe (Îş 48:18b; w22.08 30 par. 16-17)
ŞÎROVE: Peyva Îbranî, ya ku wek “aştî” hatiye tercûmekirin tê maneya sihet, qewet, ewlehî, hizûr, dostanî û bêkêmasî.
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Îş 49:8: Ev pêxembertî bi kîjan sê awayan hatibû cih? (it-E “Wexta Minasib” par. 1-3)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Îş 48:9-20 (th ders 11)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Merivekî xwe yê neaktîf dawetî gotara xisûsî û Bîranînê bike. (lmd ders 5 fikir 3)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesek dixwaze were Bîranînê. Ji wî re şîrove bike ku Bîranîn wê çawa derbas bibe. (lmd ders 9 fikir 3)
6. Ziyaretan Dubare Bike
(5 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Piştî gotara Bîranînê, pirsên kesekî eleqedar hene. Cewaba pirsên wî bide. (lmd ders 8 fikir 3)
Kilam 107
7. Ji Roja Herî Muhîm a Salê Feydeyê Bistîne
(15 deqe) Gotûbêj.
Gava em diçin Bîranînê, em guh didin emrê Îsa Mesîh û şikirdariya xwe ya ji bo fîdyeyê nîşanî Yehowa didin (Lq 22:19). Wekî din, di vê civîna xisûsî de fersend dikeve destê me ku em li ser hezkirina Yehowa û kurê wî bifikirin (Gl 2:20; 1Yh 4:9, 10). Gelo em çawa dikarin ji roja Bîranînê tam feydeyê bistînin? Û em çawa dikarin alî kesên eleqedar bikin ku ew jî eynî feydeyê bistînin?
Li ser ayetên di Bernameya Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê de kûr bifikire
Li ser fîdyeyê kûr bifikire û li ser vê yekê bifikire ku tu çawa dikarî şikirdariya xwe nîşan bidî
Çi ji destê te tê bike ku merivên xwe, hevalên xwe û cîranên xwe dawetî gotara xisûsî û Bîranînê bikî
Li êvara Bîranînê bi dilgermî bixêrhatina mêvanan bike. Ne tenê bi mêvanên xwe re eleqedar be, lê bala xwe bide kesên din jî. Belkî ew dixwazin li kêleka te rûnin
Hazir be ku cewaba pirsên mêvanan bidî
Bixêrhatina kesên neaktîf bikin. Rîspî bi xisûsî bala xwe didin kesên ku ji civatê hatine derxistin
VÎDEOYA Îsa Mesîh “Hatiye ku li Yên Windabûyî Bigere û Wan Xelas Bike” vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:
Çima muhîm e ku em li êvara Bîranînê bi dilgermî bixêrhatina kesên neaktîf bikin?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) lfb dersên 72-73yan