Rêzedîrok
- “Di destpêkê de ...” 
- 4026 Berî Zayînê Afirîna Adem 
- 3096 Berî Zayînê Mirina Adem 
- 2370 Berî Zayînê Tofana Nûh 
- 2018 Berî Zayînê Zayana Birahîm 
- 1943 Berî Zayînê Peymana bi Birahîm re 
- 1750 Berî Zayînê Ûsiv wekî kole tê firotin 
- berî 1613 Berî Zayînê Ceribînên Eyûb 
- 1513 Berî Zayînê Derketina ji Misrê 
- 1473 Berî Zayînê Lawên Îsraêl bi rêberiya Yêşû dikevin welatê Kenanê 
- 1467 Berî Zayînê Pirraniya welatê Kenanê tê dagirkirin 
- 1117 Berî Zayînê Şawûl bo padîşahtiyê tê meshkirin 
- 1070 Berî Zayînê Bi Dawid re peymana padîşahiyê 
- 1037 Berî Zayînê Silêman dibe padîşah 
- 1027 Berî Zayînê Avakirina Perestgeha li Orşelîmê temam dibe 
- kêm-zêde 1020 Berî Zayînê Nivîsandina Helbesta Helbestan 
- 997 Berî Zayînê Îsraêl bi du padîşahiyan ji hev vediqete 
- kêm-zêde 717 Berî Zayînê Nivîsandin û civandina Methelokên Silêman temam dibe 
- 607 Berî Zayînê Hilweşîna Orşelîmê û sergomiya li Babîlê dest pê dike 
- 539 Berî Zayînê Babîl ji aliyê Qoreş ve tê dagirkirin 
- 537 Berî Zayînê Cihûyên dîl vedigerin Orşelîmê 
- 455 Berî Zayînê Dîwarên Orşelîmê ji nû ve tên avakirin û 69 “hifteyên salîn” dest pê dikin 
- Berî Zayînê, piştî sala 443-yan Pêxamber Melaxî nivîsandina pirtûka xwe temam dike 
- kêm-zêde 2 Berî Zayînê Zayana Îsa 
- 29 Piştî Zayînê Tafîla Îsa; Îsa dest bi dayîna Mizgîniya derbarê Padîşahiya Xweda de dike 
- 31 Piştî Zayînê Îsa 12 Şandiyên xwe hildibijêre; wayîza xwe ya çiyê dide 
- 32 Piştî Zayînê Îsa Lazar vedijîne 
- 14. Nîsan 33 Piştî Zayînê Îsa li Stûna Cefayê dixin (Meha Nîsanê li gor salnameya Cihûyan dikeve navbera mehên Adar û Avrêl) 
- 16. Nîsan 33 Piştî Zayînê Îsa tê vejandin 
- 6. Sîvan 33 Piştî Zayînê Roja Pentîkostê; Ruhê Pîroz tê dayîn (Meha Sîvanê dikeve navbera mehên Gulan û Pûşperê) 
- 36 Piştî Zayînê Kornêlyos dibe bawermendê Îsa Mesîh 
- kêm-zêde 47/48 Piştî Zayînê Gera Pawlos a yekemîn 
- kêm-zêde 49–52 Piştî Zayînê Gera Pawlos a duyemîn 
- kêm-zêde 52–56 Piştî Zayînê Gera Pawlos a sêyemîn 
- 61 Piştî Zayînê Pawlos li Romayê di girtîgehê de nameyan dinivîse 
- Piştî zayînê, berî sala 62-yan, zîrbirayê Îsa yê bi navê Aqûb nameya xwe dinivîse 
- 66 Piştî Zayînê Cihû li dijî Romayê serî hildidin 
- 70 Piştî Zayînê Orşelîm û Perestgeha wê ji aliyê hêzên Romayê ve tê hilweşandin 
- kêm-zêde 96 Piştî Zayînê Yûhenna Nivîsara Peyxam dinivîse 
- kêm-zêde 100 Piştî Zayînê Şandiyê Îsa Mesîh ê dawîn, Yûhenna dimire