KILAM 18
Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in
- 1. Em li ber textê te ne, - Yehowa Xwedê. - Ji hezkirinê, te Kurê xwe - şand dinyayê. - Te canê Îsa Mesîh - feda kiriye. - Bi destê qurbana wî, - te jiyan daye me. - (DÎSGOTIN) - Ji guneh û ji mirinê - Îsa em azad kirine. - Em spasdar in - ku Îsa ji bo me bûye fîdye. 
- 2. Îsa Mesîh bi dilxwazî - bûye qurban. - Heta ku ew hat, - bêçare bûn hemû însan. - Bi saya xwîna wî - umîda me heye. - Rêya emrê herheyî - êdî vekirî ye. - (DÎSGOTIN) - Ji guneh û ji mirinê - Îsa em azad kirine. - Em spasdar in - ku Îsa ji bo me bûye fîdye. 
(Li van ayetan jî binêre: Îbr. 9:13, 14; 1. Ptr. 1:18, 19)