KILAM 23
Padîşahiya Xwedê wê Çi Bîne?
- 1. Dengê xwe bilind bikin, - pesnê Yehowa bidin. - Kurê wî êdî bûye padîşah. - Li ser text rûniştî ye, - tac li ser serê wî ye. - Lazim e ku - kes jê nemîne bêagah. - (DÎSGOTIN) - Ev Padîşahî wê çi bîne? - Heq, rastî û edaletê! - Hem jî Xwedê çi soz daye me? - Emrê heta bi hetayê! - Vê peyamê ragihînin, - şa bin bi vê mizgînê! 
- 2. Dawiya vê dinyayê, - roja Harmegedonê, - êdî pir nêzîk e, hindik maye. - Heta wê roja mezin - bê rawestin kar bikin, - da ku her kes - vê xeberê bizanibe. - (DÎSGOTIN) - Ev Padîşahî wê çi bîne? - Heq, rastî û edaletê! - Hem jî Xwedê çi soz daye me? - Emrê heta bi hetayê! - Vê peyamê ragihînin, - şa bin bi vê mizgînê! 
- 3. Îsa bi navê Xwedê - dike hukimdariyê, - em serê xwe li ber wî xwar dikin. - Ji bo hemû keseran - ew e dewa û derman, - bi dilsozî - li benda wî bisekinin. - (DÎSGOTIN) - Ev Padîşahî wê çi bîne? - Heq, rastî û edaletê! - Hem jî Xwedê çi soz daye me? - Emrê heta bi hetayê! - Vê peyamê ragihînin, - şa bin bi vê mizgînê! 
(Li van ayetan jî binêre: 2. Sam. 7:22; Dan. 2:44; Pey. 7:15)