KILAM 89
Guh Bide û Guhdar Be!
- 1. Şîretên Îsa Mesîh biqîmet in - ew rêya rast nîşanî me didin. - Ne bes e ku em wan tenê bizanin, - gerek em wan hemûyan pêk bînin. - (DÎSGOTIN) - Guh bide û guhdar be! - Rêya Xwedê terk neke! - Ger tu dixwazî serkeftî bibî, - guh bide û guhdar be! 
- 2. Çawa ku maleke li ser zinaran - saxlem dimîne û hilnaweşe, - wexta ku em guh didin Îsa Mesîh - jiyana me bextewartir dibe. - (DÎSGOTIN) - Guh bide û guhdar be! - Rêya Xwedê terk neke! - Ger tu dixwazî serkeftî bibî, - guh bide û guhdar be! 
- 3. Çawa ku darên li kêleka avê - her tim berdar in û naçilmisin, - ger em bimînin li rêya Yehowa, - emê emrê bêdawî bistînin! - (DÎSGOTIN) - Guh bide û guhdar be! - Rêya Xwedê terk neke! - Ger tu dixwazî serkeftî bibî, - guh bide û guhdar be! 
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 28:2; Zeb. 1:3; Mtl. 10:22; Met. 7:24-27; Lûqa 6:47-49)