KILAM 120
Mîna Îsa Mesîh Sernerm Be
- 1. Îsa Mesîh sernerm û nefsbiçûk bû, - di dilê wî de quretî tune bû. - Wî karê xwe bi dilnizmî anî cih. - Emsaleke mezin e Îsa Mesîh! 
- 2. Îsa Mesîh gazî dilnizman dike, - ew tim hazir e ku alî wan bike. - Loma wexta ku barê me giran e, - ew hêz û hizûrê dide dilê me. 
- 3. Gerek em ji hevdû re nefsbiçûk bin, - çimkî em gişt xwişk û birayên hev in. - Eger em wek Îsa Mesîh sernerm bin, - emê xelateke mezin bistînin. 
(Li van ayetan jî binêre: Mtl. 3:34; Met. 5:5; 23:8; Rom. 12:16)