KILAM 121
Ji Me re Xwegirtin Lazim e
- 1. Seba qisûr û kêmasiyên me, - ji me re xwegirtin gelek lazim e. - Xwestekên nefsê derdan tînin, - loma em micadele dikin. 
- 2. Îblîs dixwaze me bixapîne, - lê belê Yehowa alî me dike. - Ew ruhê xwe û hêzê dide. - Rastî ji guneh qewîtir e! 
- 3. Gerek em her roj pir xîret bikin, - ji bo ku em dilê Xwedê şa bikin. - Eger em nefsa xwe bigirin, - Navê Xwedê wê bê berzkirin. 
(Li van ayetan jî binêre: 1. Kor. 9:25; Gal. 5:23; 2. Ptr. 1:6)