Dubarekirina Qisim 1
Bi mamoste re li ser van pirsan sohbetê bike:
- Kîjan sozên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê li te xweş tên? - (Li Ders 02 binêre.) 
- Çima tu bawer dikî ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye? 
- Çima muhîm e ku em navê Yehowa bibêjin? - (Li Ders 04 binêre.) 
- Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “çavkaniya tevahiya jiyanê” ye (Zebûr 36:9, Wergera Weşanên Do). Gelo tu bi vê bawer dikî? - (Li Ders 06 binêre.) 
- Methelokên Silêman 3:32 bixwîne. - Çima Yehowa dostê herî baş e? 
- Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze? Gelo xwestinên Yehowa maqûl in? 
 
- Zebûr 62:8 bixwîne. - Te di duayên xwe de ji Yehowa re çi gotiye? Wekî din, tu dixwazî ji bo çi dua bikî? 
- Yehowa çawa cewabê dide duayên me? - (Li Ders 09 binêre.) 
 
- Îbranî 10:24, 25 bixwîne. - Çima hêja ye ku tu herî civînên Şahidên Yehowa? 
- Gelo hêja ye ku tu xîret bikî û biçî civînan? - (Li Ders 10 binêre.) 
 
- Çima muhîm e ku em her roj Kitêba Pîroz bixwînin? Tu her roj kengê Kitêba Pîroz dixwînî? - (Li Ders 11 binêre.) 
- Heta niha ji kursa Kitêba Pîroz, kêfa te herî zêde ji çi re hatiye? 
- Ji destpêka lêkolîna Kitêba Pîroz heta niha, gelo tengasî hatine serê te? Çi dikare alî te bike ku tu dev ji lêkolînê bernedî? - (Li Ders 12 binêre.)