KILAM 159
Rûmetê Bide Yehowa
(Zebûr 96:8)
- 1. Tu bêemsal î, Yehowa, - Rebê hemû gerdûnê. - Tu dilovan û dilrehm î, - ji te re spasdar im, Xwedê. - Xaliqê erd û ezmanan, - çi xweş e her karê te! - Kî ye însan, ey Yehowa, - li ber bilindahiya te? - (DÎSGOTIN) - Ey Yehowa, ev e kilama min, - ew ji bo pesnê te ye. - Tu yî Xwedê û Padîşahê min, - pir bilind e navê te, - ez rûmetê didim te. 
- 2. Ez yê te me, ey Yehowa, - rêya te ronahî ye. - Ezê her tim bi dilxweşî - îlan bikim qenciya te. - Ez serbilind im, Yehowa, - wek xizmetkarekî te. - Hêz û qeweta min tu yî, - tim rêberiya min bike. - (DÎSGOTIN) - Ey Yehowa, ev e kilama min, - ew ji bo pesnê te ye. - Tu yî Xwedê û Padîşahê min, - pir bilind e navê te, - ez rûmetê didim te. 
- 3. Roj, heyv û stêrkên ezmanan, - deşt û çiyayên mezin - hîkmet û hezkirina te - çi qas xweş xuyanî dikin. - Ez van tiştan rind dibînim, - loma heyrana te me. - Heta ez hebim, Yehowa, - ezê rûmetê bidim te. - (DÎSGOTIN) - Ey Yehowa, ev e kilama min, - ew ji bo pesnê te ye. - Tu yî Xwedê û Padîşahê min, - pir bilind e navê te, - ez rûmetê didim te. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 96:1-10; 148:3, 7)