WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Yehowa ji Mirovên Paqij Hez Dike
“Destê xwe bişo. Odeya xwe bide hev. Erdê bimale. Çopê bavêje.” Gelek dê û bav qaîdeyên paqijiyê hînî zarokên xwe dikin. Bi eslê xwe, prensîpên paqijiyê ji Xwedayê meyî pîroz tên (2Mû 30:18-20; 5Mû 23:14; 2Kr 7:1). Gava em bedena xwe û eşyayên xwe paqij dikin, em hurmetê didin Yehowa (1Pt 1:14-16). Gelo mala me û derdora me paqij in? Gelek mirov çopê diavêjin erdê, lê şagirtên Îsa xîret dikin ku her derê paqij bihêlin (Zb 115:16; Py 11:18). Ev yek ku em çopên biçûk – mesela kaxiz, şûşe yan benîştan – diavêjin ku derê, eyan dike ku em li paqijiyê çawa dinêrin. Li hemû warên jiyana xwe, gerek em xwe wek ‘xizmetkarên Xwedê’ nîşan bidin (2Kr 6:3, 4).
LI VÎDEOYA XWEDÊ MERIVÊN TEMIZ HIZ DIKE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
- Hin kes eşyayên xwe çima paqij nakin? 
- Qanûna Mûsa nêrîna Xwedê ya li ser paqijiyê çawa eyan dikir? 
- Bêyî ku em tiştekî bibêjin, em çawa dikarin hurmetê bidin Yehowa? 
Ez çawa dikarim li gor nêrîna Yehowa ya li ser paqijiyê bijîm?