KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Çarşemê, 1 Cotmeh

Hîkmeta ji jor … ji bo îtaetkirinê hazir e (Aqûb 3:17, NWT).

Gelo carinan ji bo te zor e ku tu îtaet bikî? Ev yek ji bo Dawid Padîşah jî ne hêsan bû, loma wî ji Xwedê re dua kir: “Daxwaza min zêde bike ku ez guh bidim te” (Zebûr 51:12, NWT). Dawid ji Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, ji bo Dawid carinan ne hêsan bû ku guh bide rêberiyê, û ev yek carinan ji bo me jî ne hêsan e. Gelo çima? A yekê, daxwaza bêîtaetiyê bi mîrasî derbasî me bûye. A diduyan, Îblîs her tim hewl dide ku em jî wek wî li ber Xwedê serî hildin (2. Korîntî 11:3). A sisêyan, em “di nav mirovên neguhdar de” dijîn (Efesî 2:2). Gerek em pir xîret bikin ku li hemberî daxwaza gunehkariyê û bandora Îblîs û dinyaya wî bisekinin. Wekî din, gerek em pir xîret bikin ku guh bidin Yehowa û kesên ku wî otorîte daye wan. w23.10 6 par. 1

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Pêncşemê, 2 Cotmeh

Te heta niha şeraba xweş veşartiye (Yûhena 2:10, NWT).

Em dikarin ji vê mucîzeya Îsa Mesîh ku wî av kiriye şerab çi bielimin? Em dikarin derseke li ser dilnizmiyê bielimin. Îsa Mesîh bi mucîzeyên xwe tu caran fort û pesnê xwe nedida û xwe qure nedikir. Li şûna vê, wî her tim bi dilnizmî rûmet dida Bavê xwe (Yûhena 5:19, 30; 8:28). Wek Îsa Mesîh, eger em jî li ser xwe bi dilnizmî bifikirin, emê bi serkeftîbûnên xwe pesnê xwe nedin. Gerek em rûmetê nedin xwe, lê bidin Yehowa Xwedê (Yêremya 9:23, 24). Belê, Yehowa hêjayî rûmetê ye. Bê alîkariya Xwedê, em qet nikarin di karên xwe de serkeftî bin (1. Korîntî 1:26-31). Eger em dilnizm bin, emê bala kesên din nekişînin ser qenciya ku me kiriye. Ji xwe Yehowa her tiştî dibîne û qîmetê dide qenciya me (Li Meta 6:2-4 û Îbranî 13:16 jî binêre). Helbet, eger em xîret bikin ku wek Îsa Mesîh dilnizm bin, emê dilê Yehowa şa bikin (1. Petrûs 5:6). w23.04 4 par. 9; 5 par. 11-12

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Înê, 3 Cotmeh

Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre (Filîpî 2:4).

Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî dilê xwişk û birayan xurt kir ku bila ew bala xwe bidin tiştên ku ji bo kesên din bifeyde ne. Em çawa dikarin vê şîretê di civînan de bînin cih? Gerek em ji bîr nekin ku kesên din jî dixwazin bersivê bidin. Ka li ser vê mîsalê bifikire. Tu bi hevalekî xwe re sohbetê dikî. Ma teyê bi tena serê xeber bidaya û qet rê nedaya wî ku ew jî tiştekî bibêje? Helbet, na! Bê guman tu dixwazî ku ew jî fikrên xwe bibêje. Bi eynî awayî, di civînan de, em dixwazin rê bidin gelek kesan ku ew cewabê bidin. Gelo rêya herî baş ku em di civînan de dilê hevdû ava bikin çi ye? Em dikarin fersendê bidin xwişk û birayan ku ew baweriya xwe bînin zimên (1. Korîntî 10:24). Loma bila cewabên me kin bin. Bi vî awayî, wê zêdetir wext bimîne ku kesên din jî cewaban bidin. Gava em bersiveke kin didin, bila em gelek nuqteyan nebêjin. Eger em hemû fikrên di paragrafê de bibêjin, ma ji bo kesên din çi wê bimîne? w23.04 22-23 par. 11-13

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne