Roja Yekşemê, 26 Cotmeh
Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike (Aqûb 4:6).
Serpêhatiyên gelek jinên ku ji Yehowa hez dikir û jê re xizmet dikir, di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin. Ew “di hedê xwe de” bûn û “di her tiştî de dilsoz” bûn (1. Tîmotêyos 3:11). Îro di civatên me de jî, xwişkên ku ji dil ji Yehowa hez dikin û bûne şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, hene. Xwişkên ciwan dikarin ji wan gelek tiştan bielimin. Xwişkên delal, bifikirin ku hûn dikarin ji xwişkên gihîştî çi hîn bibin. Dû re bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Ji bo xizmetkarên Xwedê yên gihîştî nefsbiçûkî pir muhîm e. Eger jinek nefsbiçûk be, dostaniya wê ya bi Yehowa û kesên din re wê xweş be. Mesela, jina ku ji Yehowa hez dike bi nefsbiçûkî prensîpa serîtiyê destek dike (1. Korîntî 11:3). Ev prensîpa ku Bavê me yê li ezmanan daniye, gerek hem di civatê de hem jî di malbatê de bê bikaranîn. w23.12 18-19 par. 3-5
Roja Duşemê, 27 Cotmeh
Her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike (Efesî 5:28).
Yehowa dixwaze ku zilamek ji jina xwe hez bike, hemû hewcedariyên wê pêk bîne, jê re hevalekî baş be û alî wê bike ku ew nêzîktirî Yehowa bibe. Fikirîna kûr, hurmetdayîna jinan û pêbawerî, pir bifeyde ne. Piştî zewacê, dibe ku tu bibî bavê zarokan. Tu dikarî ji Yehowa hîn bibî ku bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa bi eşkereyî ji Kurê xwe Îsa Mesîh re got ku ew jê hez dike û jê razî ye (Meta 3:17). Eger tu rojekê bibî bav, her roj ji zarokên xwe re bibêje ku tu ji wan hez dikî. Ji bo kirinên wan ên baş pesnê wan bide. Bavên ku Yehowa ji xwe re dikin emsal alî zarokên xwe dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Tu çawa dikarî ji niha ve ji bo vê wezîfeyê xwe hazir bikî? Ji dil li maliyên xwe û li xwişk û birayên civatê xwedî derkeve û teqdîr û hezkirina xwe ji wan re nîşan bide (Yûhena 15:9). w23.12 28-29 par. 17-18
Roja Sêşemê, 28 Cotmeh
[Yehowa] wê we … xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Wek her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiyan tên û nexweş dikevin. Bi ser de, Şahidên Yehowa ji destê kesên ku ji wan hez nakin zilm û zordariyê dibînin. Yehowa helbet her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê wî soz daye ku ewê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin dilxweş bimînin, qerarên baş bidin û li hemberî zehmetiyan jî ji wî re dilsoz bimînin. Li gor Kitêba Pîroz, emê “aştiya Xwedê” bistînin (Filîpî 4:6, 7). Maneya vê ev e ku hizûr wê bikeve dilê me ji ber ku em dostên Yehowa ne. “Aştiya Xwedê … di ser her têgihîştinê re ye” û ji her tiştê ku em dikarin xeyal bikin xweştir e. Belê, hizûra ku dikeve dilê me piştî ku em ji dil dua dikin, “aştiya Xwedê” ye. w24.01 20 par. 2; 21 par. 4