KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Înê, 3 Cotmeh

Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre (Filîpî 2:4).

Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî dilê xwişk û birayan xurt kir ku bila ew bala xwe bidin tiştên ku ji bo kesên din bifeyde ne. Em çawa dikarin vê şîretê di civînan de bînin cih? Gerek em ji bîr nekin ku kesên din jî dixwazin bersivê bidin. Ka li ser vê mîsalê bifikire. Tu bi hevalekî xwe re sohbetê dikî. Ma teyê bi tena serê xeber bidaya û qet rê nedaya wî ku ew jî tiştekî bibêje? Helbet, na! Bê guman tu dixwazî ku ew jî fikrên xwe bibêje. Bi eynî awayî, di civînan de, em dixwazin rê bidin gelek kesan ku ew cewabê bidin. Gelo rêya herî baş ku em di civînan de dilê hevdû ava bikin çi ye? Em dikarin fersendê bidin xwişk û birayan ku ew baweriya xwe bînin zimên (1. Korîntî 10:24). Loma bila cewabên me kin bin. Bi vî awayî, wê zêdetir wext bimîne ku kesên din jî cewaban bidin. Gava em bersiveke kin didin, bila em gelek nuqteyan nebêjin. Eger em hemû fikrên di paragrafê de bibêjin, ma ji bo kesên din çi wê bimîne? w23.04 22-23 par. 11-13

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 4 Cotmeh

Ez van hemûyan ji bo Mizgîniyê dikim, da ku para min di wê de hebe (1. Korîntî 9:23).

Gerek em ji bîr nekin ku çi qas muhîm e ku em bi dewamî alîkariya kesên din bikin, bi xisûsî bi navgîniya xizmetê. Gerek em hazir bin ku xizmeta xwe li gor rewşa mirovan eyar bikin. Em rastî mirovên ji gelek miletan tên, yên ku xwedî bîr û baweriyên cuda ne. Di vî warî de, Pawlosê şandî mîsaleke baş ji me re hiştiye. Îsa Mesîh ew wek “şandiyê miletan” hilbijartibû (Romayî 11:13). Pawlos mizgîn dida Cihûyan, Yûnanan, kesên zana, cotkaran, kesên qedirbilind û padîşahan. Ji bo ku ew bigihîje dilê ew qas mirovên cuda, Pawlos “bi her kesî re” bû her tişt (1. Korîntî 9:19-22). Wî rind bala xwe dida kok, milet, kultur û baweriyên mirovan û xizmeta xwe li gor wan dikir. Eger em jî bi awayekî maqûl xizmeta xwe li gor hewcedariyên mirovan bikin, emê netîceyên baştir bi dest bixin. w23.07 23 par. 11-12

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Yekşemê, 5 Cotmeh

Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be (2. Tîmotêyos 2:24).

Sernermî hêz e, ne kêmasî ye. Di rewşeke zehmet de, ji bo ku kesek sakîn bimîne, qewet lazim e. Sernermî yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, peyva “sernermî” car caran ji bo hespekî çolê, yê ku hatibû kedîkirin, dihat gotin. Hespekî wisa hêdî hêdî nerm dibe, lê dîsa jî xurt e. Wek mirov, em çawa dikarin sernermiyê ava bikin û di eynî wextê de xurt bin? Bi tena serê xwe, em nikarin vê yekê bikin. Gerek em ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin ku alî me bike. Serpêhatiyên gelek kesan nîşan didin ku ev yek mumkin e. Mesela, gava kesên din hewl dida ku bi wan re minaqeşe bikin yan hêrsa wan rakin, gelek xwişk û birayên me sernerm diman. Sernermiya wan li ser kesên din tesîr dikir ku ew di heqê Şahidên Yehowa de baş bifikirin (2. Tîmotêyos 2:24, 25). w23.09 14 par. 3

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne