KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Yekşemê, 5 Cotmeh

Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be (2. Tîmotêyos 2:24).

Sernermî hêz e, ne kêmasî ye. Di rewşeke zehmet de, ji bo ku kesek sakîn bimîne, qewet lazim e. Sernermî yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, peyva “sernermî” car caran ji bo hespekî çolê, yê ku hatibû kedîkirin, dihat gotin. Hespekî wisa hêdî hêdî nerm dibe, lê dîsa jî xurt e. Wek mirov, em çawa dikarin sernermiyê ava bikin û di eynî wextê de xurt bin? Bi tena serê xwe, em nikarin vê yekê bikin. Gerek em ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin ku alî me bike. Serpêhatiyên gelek kesan nîşan didin ku ev yek mumkin e. Mesela, gava kesên din hewl dida ku bi wan re minaqeşe bikin yan hêrsa wan rakin, gelek xwişk û birayên me sernerm diman. Sernermiya wan li ser kesên din tesîr dikir ku ew di heqê Şahidên Yehowa de baş bifikirin (2. Tîmotêyos 2:24, 25). w23.09 14 par. 3

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Duşemê, 6 Cotmeh

Min ji bo vî kurikî lava kiribû û Xudan ew da min (1. Samûyêl 1:27, Mizgînî).

Di dîtiniyeke balkêş de, Yûhenayê şandî dît ku 24 rîspî li ezmanan ji Yehowa re îbadetê dikin. Wan pesnê Xwedê dida û digot ku tenê Xwedê hêja ye ku “rûmet, hurmet û hêzê” bistîne (Peyxam 4:10, 11). Gelek sebebên melekên dilsoz jî hene ku pesn û rûmetê bidin Yehowa. Ew li ezmanan li cem wî ne û wî baş nas dikin. Ew dibînin ku hemû kirinên wî sifetên wî nîşan didin. Gava ew karên Yehowa dibînin, ew dixwazin pesnê wî bidin (Eyûb 38:4-7). Gerek em jî bi riya duayên xwe pesnê Yehowa bidin û ji wî re bibêjin ku em çima ji wî hez dikin û qedrê wî digirin. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî û li ser gotinên wê difikirî, bala xwe bide sifetên Yehowa yên ku tu ji wan hez dikî (Eyûb 37:23; Romayî 11:33). Paşê ji Yehowa re bibêje ku ev sifet çawa tesîrê li hiş û dilê te dikin. Wekî din, em dikarin pesnê Yehowa bidin, çimkî ew alîkariya me û xwişk û birayan dike (1. Samûyêl 2:1, 2). w23.05 3-4 par. 6-7

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Sêşemê, 7 Cotmeh

Bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin (Kolosî 1:10).

Di sala 1919an de, xizmetkarên Xwedê ji tesîra Babîla Mezin azad bûn. Wê salê, “xulamê dilsoz û şehreza” derket meydanê. Vê komê di wexta rast de alî kesên dilpak dikir ku ew bikevin “Riya Pîroz” (Meta 24:45-47; Îşaya 35:8). Bi xêra xebatên van zilamên bawermend, kesên ku ketibûn vê riyê dikaribû li ser Yehowa û mexseda wî zêdetir bielimin (Methelokên Silêman 4:18). Wekî din, wan dikaribû jiyana xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin. Yehowa ne li bendê bû ku xizmetkarên wî hemû guhertinên lazim di carekê de bikin. Li şûna vê yekê, wî alî xizmetkarên xwe dikir ku ew xwe gav bi gav serrast bikin. Gava em rojekê bikaribin bi hemû kirinên xwe dilê Xwedê şa bikin, emê gelekî kêfxweş bibin! Her riyek gerek bi dewamî bê nûkirin. Ji sala 1919an ve, xebatên li ser “Riya Pîroz” dewam dikin. Bi vî awayî, hîn zêdetir mirovan dikarin ji Babîla Mezin derkevin. w23.05 17 par. 15-16

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne