Roja Înê, 31 Cotmeh
Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî we ji min hez kiriye û bawer kiriye ku ez wek temsîlkarê Xwedê hatime (Yûhena 16:27, NWT).
Yehowa li fersendan digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike ku ew ji wan hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîroz du caran behsa vê dike ku Xwedê di heqê Îsa Mesîh de got: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me” (Meta 3:17; 17:5, NWT). Ma teyê nexwesta ku Yehowa ji te re jî bigota ku ew ji te razî ye? Yehowa helbet rasterast bi me re napeyive, lê ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Gava em Încîlê dixwînin, em qey dengê Yehowa dibihîzin. Şagirtên Îsa Mesîh mirovên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, wî ji wan hez dikir. Nêrînên Îsa Mesîh û nêrînên Bavê wî wek hev in. Loma, gava em gotinên Îsa Mesîh dixwînin, bila em xeyal bikin ku Yehowa van gotinan ji me re dibêje (Yûhena 15:9, 15). Eger em carinan dikevin tengasiyê, ev yek nayê maneya ku Xwedê êdî ji me ne razî ye. Bi eslê xwe, tengasî fersendê dide me ku em îsbat bikin ku em ji Xwedê çi qas hez dikin û îtibara xwe bi wî tînin (Aqûb 1:12). w24.03 28 par. 10-11
Roja Şemiyê, 1 Mijdar
Te wisa kir ku zarok û yên li ber şîr bi devê xwe pesnê te bidin (Meta 21:16, NWT).
Dê û bav dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew li gor salên xwe cewaban hazir bikin. Carinan mijarên cidî, mesela yên wek problemên zewacê yan yên li ser exlaqê, tên lêkolînkirin. Lê bi îhtimaleke mezin, zarokên we dikarin ji bo hin paragrafan cewaban bidin. Wekî din, ji zarokên xwe re şîrove bikin ku gava ew destên xwe bilind bikin, dibe ku îdarevan carinan fersendê nede wan. Bi vî awayî, gava kesên din li şûna zarokên we cewaban bidin, zarokên we wê nexeyidin (1. Tîmotêyos 6:18). Em gişt dikarin cewabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xwişk û birayan ava dikin hazir bikin (Methelokên Silêman 25:11). Carinan em dikarin behsa serpêhatiyeke xwe bikin, lê gerek em gelekî li ser xwe xeber nedin (Methelokên Silêman 27:2; 2. Korîntî 10:18). Li şûna vê, em xîret dikin ku bala kesên din bikişînin ser Yehowa, Peyva wî û xelkê wî (Peyxam 4:11). w23.04 24-25 par. 17-18
Roja Yekşemê, 2 Mijdar
Nexwe em wek ên din ranezin, lê em hişyar û li ser hişê xwe bin (1. Selanîkî 5:6).
Ji bo ku em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin, lazim e ku em hem ji Xwedê hem ji însanan hez bikin (Meta 22:37-39). Hezkirina ji Xwedê alî me dike ku em tevî zehmetiyan jî dev ji belavkirina mizgînê bernedin (2. Tîmotêyos 1:7, 8). Wekî din, ji ber ku em ji hemû însanan hez dikin, em bi rêya xizmeta mal bi mal, telefon yan nameyan bi dewamî ji wan re behsa xebera xêrê dikin. Em hêvî dikin ku rojekê, ewê jiyana xwe ber bi başiyê ve biguherînin û li ser rêya rast bimeşin (Hêzekîêl 18:27, 28). Wekî din, em ji xwişk û birayan jî hez dikin. Loma, gerek em “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11). Wek leşkerên ku milê xwe didin hev û bi hev re li dijî dijminan şer dikin, em cesaretê didin hevdû. Em dilê xwişk û birayan bi qesdî naêşînin û heyfa xwe ji wan nastînin (1. Selanîkî 5:13, 15). Wekî din, em di civata xwe de qedrê birayên mesûl digirin û bi vî şeklî hezkirina xwe nîşan didin (1. Selanîkî 5:12). w23.06 10 par. 6; 11 par. 10-11