Roja Çarşemê, 19 Mijdar
Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon, bike (Romayî 13:1, NWT).
Gelek kes qebûl dikin ku em hewceyî hukûmetekê ne û gerek em bi ya hin qanûnên hukûmetê bikin. Lê eynî kes belkî guh nadin qanûnên ku ew ji wan hez nakin yan jî qanûnên ku li ber çavê wan bêedalet xuya dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku hukûmetên mirovan dibin sebebên kul û derdan, ew di bin kontrola Îblîs de ne û wê di demeke nêzîk de bên tunekirin (Zebûr 110:5, 6; Waiz 8:9; Lûqa 4:5, 6). Wekî din, li gor Peyva Xwedê, “yê ku li hember desthilatiyê derkeve”, bi eslê xwe ew li dijî tertîba Xwedê radibe. Ji bo parastina nîzam û emniyetê, Yehowa niha îzna hukimdariyê dide hukûmetan. Loma, gerek em “heqê her kesî bidinê”. Yanî, gerek em bacê bidin, qedrê hukûmetê bigirin û ji qanûnan re îtaet bikin (Romayî 13:1-7). Belkî em qanûnekê bêmantiq û bêedalet dibînin û loma li me zor tê ku em guh bidinê. Lê dîsa jî, heta ku ew qanûn ne li dijî qanûnên Yehowa be, em guh didinê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dixwaze (Karên Şandiyan 5:29). w23.10 8 par. 9-10
Roja Pêncşemê, 20 Mijdar
Ruhê XUDAN bihêz hate ser wî (Serweran 15:14).
Gava Şîmşon hat dinyayê, Filîstiyan li ser Îsraêliyan hukimdarî dikir û zilm li wan dikir (Serweran 13:1). Ji ber vê yekê, Îsraêliyan gelek êş dikişand. Yehowa Şîmşon hilbijart ku Îsraêliyan ji destê Filîstiyan xelas bike (Serweran 13:5). Ji bo bicihanîna vê wezîfeya zor, lazim bû ku Şîmşon xwe bispêre Yehowa. Carekê, leşkerên Filîstiyan hatibûn Lehiyê, da ku Şîmşon bigirin. Zilamên Cihûdayê tirsiyan û qerar da ku Şîmşon bidin destê dijminan. Wan Şîmşon bi du benan girêdan û teslîmî Filîstiyan kir (Serweran 15:9-13). Lê belê, “ruhê XUDAN bihêz hate ser” Şîmşon û wî destê xwe vekir. Paşê wî ‘hestiyê çeneya kerekî ya teze dît’, ew hilda û bi wî 1.000 zilamên Filîstî kuştin! (Serweran 15:14-16). w23.09 2 par. 3-4
Roja Înê, 21 Mijdar
Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî (Efesî 3:11).
Di Kitêba Pîroz de, Yehowa mexseda xwe ya herheyî gav bi gav zelal kiriye. Yehowa dikare gelek rêyên cuda bi kar bîne. Ew her tim serkeftî ye, çimkî ew “her tiştî li gor armanca xwe çê dike” (Methelokên Silêman 16:4). Û netîceyên kirinên Yehowa her û her dimînin. Îcar armanca Yehowa çi ye? Ji bo ku armanca wî here serî, gava şert û merc tên guhertin, ew çi dike? Xwedê ji mirovên pêşîn re gotibû ku armanca wî ya ji bo wan çi ye. Wî dixwest ku ew “berdar bibin, zêde bibin, rûyê erdê dagirin” û serweriya “hemû bicanên ku li rûyê erdê” ne bikin (1. Mûsa 1:28). Lê Adem û Hewayê li hemberî Yehowa serî hilda. Bi vî awayî, wan guneh derbasî hemû mirovan kir. Lê belê, mexseda Yehowa qet nehat guhertin. Wî rêya gihîştina mexseda xwe li gor rewşa nû guhert. Di cih de, wî qerar da ku li ezmanan Padîşahiyekê ava bike, da ku armanca wî ya eslî bê cih (Meta 25:34). w23.10 19-20 par. 6-7