Peyxam
1 Peyxama* ji Îsa Mesîh, a ku Xwedê daye wî, da ku tiştên ku wê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên xwe bide. Îsa melekê xwe şand ba xulamê xwe Yûhena, da ku ew van tiştan bi nîşanan ji wî re bide zanîn. 2 Yûhena ji bo gotinên Xwedê û mizgîniya Îsa Mesîh, yanî ji bo hemû tiştên ku wî dîtin bû şahid. 3 Çi qas dilxweş e kesê ku gotinên vê pêxembertiyê bi dengekî bilind dixwîne, û çi qas dilxweş in kesên ku van gotinan dibihîzin û xwe li tiştên ku di wan de nivîsî ne digirin, çimkî wexta hilbijartî nêzîk e.
4 Ez Yûhena, vê nameyê ji heft civatên li herêma Asyayê re dinivîsim:
Bila qenciya mezin û aştiya ji “yê ku heye, hebû û wê bê”, ji heft ruhên ku li ber textê wî ne, 5 ji Îsa Mesîh, ê ku “Şahidê Dilsoz”, “yê pêşîn ku ji nav miriyan rabûye” û “Serokê padîşahên dinyayê” ye, li ser we be.
Yê ku ji me hez dike û em bi xwîna xwe ji gunehên me azad kirine, 6 yê ku em ji bo Bav û Xwedayê xwe kirine hukimdar û kahîn, erê, bila rûmet û qudret her û her a wî be. Amîn.
7 Va ye, ew di nav ewran de tê, û her kes, heta kesên ku bedena wî qul kiriye jî, wê wî bibînin. Û hemû miletên dinyayê wê ji ber wî şînê bigirin û li singê xwe bixin. Erê, ev tişt wê çêbin. Amîn.
8 Yehowa Xwedê dibêje: “Ez Alfa û Omega* me, yê ku heye, hebû û tê, yê ku qudreta wî bêsînor e.”
9 Ez Yûhena, birayê we û şagirtê Îsa, bi we re tengasiyan dikişînim, tehemul dikim û bi we re hevparê hukimdariya Xwedê me. Ji ber ku min li ser Xwedê xeber dida û mizgîniya li ser Îsa belav dikir, ez li girava Patmosê bûm. 10 Di bin tesîra ruh de ez di roja Efendiyê me de bûm, û min li pişt xwe dengekî bilind, ê ku wek dengê boriyê bû, bihîst. 11 Vî dengî wisa got: “Tiştên ku tu dibînî di destnivîsekê de binivîse û ji van heft civatan re bişîne: Efes, Îzmîr, Bergama, Tiyatîra, Sardîs, Fîladelfya û Laodîkya.”
12 Ez zivirîm, da ku bibînim ku kî bi min re xeber dide, û min heft şamdankên zêrîn dîtin. 13 Û di nava şamdankan de min yekî wek kurê mirov dît, ê ku bi kirasekî dirêj û qayîşeke zêrîn li singê wî girêdayî bû. 14 Porê serê wî wek hiriyê spî bû, wek berfê bû, û çavên wî wek pêta êgir bûn. 15 Lingên wî wek tûncê saf, ê ku di firinê de hatiye sorkirin, dibiriqîn, û dengê wî wek dengê xuşexuşa avê bû. 16 Di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn, û ji devê wî şûrekî tûj, dirêj û dudev derdiket. Û rûyê wî wek roja ku bi hemû qeweta xwe şewq dide, bû. 17 Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî.
Û wî destê xwe yê rastê danî ser min û got: “Netirse. Yê Pêşîn, yê Dawîn 18 û yê ku dijî ez im. Ez mirî bûm, lê niha ez her û her dijîm. Û mifteyên* mirin û Gorê* li ba min in. 19 Loma tiştên ku te dîtin, tiştên ku niha çêdibin û tiştên ku wê paşê çêbin, binivîse. 20 Ez ji te re maneya sira pîroz a heft stêrên ku te di destê min ê rastê de dîtin û heft şamdankên zêrîn eşkere dikim: Heft stêr melekên heft civatan temsîl dikin, û heft şamdank heft civatan temsîl dikin.”