Peyxam
2 Wekî din, wî got: “Ji melekê civata Efesê re binivîse: Yê ku heft stêr di destê wî yê rastê de ne û di nav heft şamdankên zêrîn de dimeşe, wisa dibêje: 2 ‘Ez bi kirinên te, keda destê te û tehemula te dizanim. Û ez dizanim ku tu mirovên xerab qebûl nakî, û tu kesên ku xwe wek şandî bi nav dikin, lê ne şandî ne, diceribînî û tê derdixî ku ew derewkar in. 3 Tu îsbat dikî ku tu tehemul dikî û ji ber navê min di gelek zehmetiyan de sebir dikî, û tu newestiyayî. 4 Lê belê, gazineke min ji te heye: Te dev ji hezkirina xwe ya pêşîn berdaye.
5 Loma bîne bîra xwe ku li ba te çi hebû û te çi winda kir, tobe bike û wek berê hereket bike. Eger tu tobe nekî, ezê bêm ba te û şamdanka te ji cihê wê rakim. 6 Lê tiştek heye, yê ku tu rast dikî: Tu jî wek min ji kirinên mezheba Nîkolaos nefret dikî. 7 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje: Yê ku bi ser dikeve, ezê destûrê bidim ku ew ji dara jiyanê, ya ku di ceneta Xwedê de ye, bixwe.’
8 Û ji melekê civata Îzmîrê re binivîse: Yê Pêşîn û yê Dawîn, ê ku mirî bû û vegeriya jiyanê, wisa dibêje: 9 ‘Ez bi tengasî û belengaziya te dizanim, lê belê tu dewlemend î. Wekî din, ez bi kesên ku xwe wek Cihû bi nav dikin û heqaretê li te dikin, dizanim. Ew ne Cihû ne, lê sînagoga* Şeytan in. 10 Ji cefayên ku wê bên serê te netirse. Îblîs wê hin ji we bavêje hebsê, da ku hûn bi temamî bên ceribandin û deh roj cefayê bikişînin. Heta mirinê dilsoz bimîne, û tuyê xelata jiyanê* bistînî. 11 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje: Yê ku bi ser dikeve, ewê mirina diduyan qet nebîne.’
12 Ji melekê civata Bergamayê re binivîse: Yê ku şûrê tûj, dirêj û dudev li ba wî heye, wisa dibêje: 13 ‘Ez dizanim ku tu li ku derê dijî. Tu li cihê ku textê Şeytan li wê derê ye dijî. Lê dîsa jî tu xwe li navê min digirî û te dev ji baweriya xwe ya bi min bernedaye. Wexta ku di bajarê we de, yanî li cihê ku Şeytan lê dijî, şahidê min ê dilsoz Antîpas hat kuştin jî, te dev ji îmana xwe berneda.
14 Lê belê, çend gazinên min ji te hene: Di nav te de hin kes hene, yên ku xwe li hîndariyên Balam digirin. Wî hînî Balak kir ku ew kurên Îsraîl çawa ji rê derxe, da ku ew xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin bixwin û bêexlaqiya cinsî bikin. 15 Bi eynî awayî, di nav te de hin kes hene, yên ku xwe li hîndariyên mezheba Nîkolaos digirin. 16 Loma tobe bike. Eger tu tobe nekî, ezê zû bêm ba te û ezê bi şûrê dirêj, ê ku ji devê min derdikeve, li dijî wan şer bikim.
17 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje: Yê ku bi ser dikeve, ezê ji mana veşartî û kevirekî spî bidim wî. Li ser vî kevirî navekî nû nivîsî ye, û ji xeynî yê ku ev kevir standiye, tu kes vî navî nizane.’
18 Ji melekê civata Tiyatîrayê re binivîse: Kurê Xwedê, yê ku çavên wî wek pêta êgir in û lingên wî wek tûncê saf in, wisa dibêje: 19 ‘Ez bi kirinên te, hezkirina te, îmana te, xizmeta te û tehemula te dizanim. Û ez dizanim ku karên te yên dawîn ji karên te yên berê zêdetir in.
20 Lê gazineke min ji te heye: Tu wê jinika bi navê Îzabel, a ku xwe wek pêxember bi nav dike, qebûl dikî. Ew xulamên min hîn dike û dixapîne ku ew bêexlaqiya cinsî bikin û xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin bixwin. 21 Min wext da wê ku ew tobe bike, lê ew naxwaze dev ji bêexlaqiya xwe ya cinsî berde û tobe bike. 22 Ji ber vê yekê ezê wisa bikim ku ew nexweş bikeve û bikeve nav nivînan. Û eger kesên ku bi wê re zinayê dikin tobe nekin, ezê wan bixim tengasiyeke mezin. 23 Û ezê zarokên wê bi nexweşiyeke giran bikujim, da ku hemû civat bizanin ku yê ku bi dil û fikrên kûr* dizane ez im. Û ezê heqê her yekî ji we li gor kirinên wî bidim wî.
24 Lê ez ji we re, ji kesên din li Tiyatîrayê, yên ku xwe li hîndariya Îzabel nagirin û “fikrên kûr ên Şeytan” nizanin re dibêjim: Ez barekî din naxim stûyê we. 25 Lê belê, heta ku ez bêm, xwe li tiştên ku li ba we hene bigirin. 26 Û yê ku bi ser dikeve û heta dawiyê li gor emrên min hereket dike, ezê qudretê bidim wî ku ew li ser miletan hukimdariyê bike, 27 çawa ku min ji Bavê xwe qudret standiye. Û ewê bi gopalê hesin şivantiya mirovan bike ku ew wek firaqên herî bişkên. 28 Û ezê stêra sibehê bidim wî. 29 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’”