Peyxam
3 Wekî din, wî got: “Ji melekê civata Sardîsê re binivîse: Yê ku heft ruhên Xwedê û heft stêr li ba wî hene, wisa dibêje: ‘Ez bi kirinên te dizanim. Tu wisa xuya dikî qey tu sax î, lê bi eslê xwe tu mirî yî. 2 Hişyar be û tiştên ku mane û li ber mirinê ne, xurt bike. Çimkî ez nabînim ku te hemû tiştên ku Xwedayê min ji te dixwaze kirine. 3 Îcar bîne bîra xwe ku te çi standiye û bihîstiye, wan tiştan xwedî bike, û tobe bike. Eger tu hişyar nebî, ezê wek diz bêm, û tu nizanî ku ezê di kîjan saetê de bêm.
4 Lê belê, li ba te li Sardîsê çend kes hene, yên ku kirasên xwe mirdar nekirine. Ewê bi min re bi kirasên spî bimeşin, ji ber ku ew hêja ne. 5 Yê ku bi ser dikeve, kirasê spî wê li wî bê kirin. Ezê navê wî tu caran ji kitêba jiyanê dernexim*, lê ezê li ber Bavê xwe û li ber melekên wî bibêjim ku ez navê wî dizanim. 6 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’
7 Ji melekê civata Fîladelfyayê re binivîse: Yê ku pîroz e, yê ku rast e, yê ku mifteya* Dawid li ba wî ye, yê ku vedike ku tu kes nikare bigire, û yê ku digire ku tu kes nikare veke wisa dibêje: 8 ‘Ez bi kirinên te dizanim. Va ye, min derî li ber te vekir, û tu kes nikare derî bigire. Ez dizanim ku qeweta te hindik e, û dîsa jî te xwe li peyva min girt û navê min înkar nekir. 9 Ezê wisa bikim ku kesên ji sînagoga* Şeytan, ên ku xwe wek Cihû bi nav dikin, lê bi eslê xwe ne Cihû ne, bên ba te û li ber lingên te bikevin ser çokan. Û ewê bizanin ku ez ji te hez dikim. 10 Ji ber ku te rind bala xwe da tiştên ku li ser tehemula min hatine gotin, ezê jî di saeta ceribandinê de te biparêzim. Ev saet wê bê serê temamiya dinyayê, da ku hemû kesên ku li ser rûyê erdê dijîn, bên ceribandin. 11 Ezê zû bêm. Xwe li tiştên ku li ba te hene qayîm bigire, da ku tu kes xelata te* ji te nestîne.
12 Yê ku bi ser dikeve, ezê wî di îbadetgeha Xwedayê xwe de bikim stûn, û ewê ji wê derê qet dernekeve. Ezê li ser wî navê Xwedayê xwe û navê bajarê Xwedayê xwe, yanî Orşelîma Nû, binivîsim. Ev bajar ji ezmên ji ba Xwedayê min dadikeve jêr, û ezê navê xweyî nû li ser binivîsim. 13 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’
14 Ji melekê civata Laodîkyayê re binivîse: Yê ku navê wî Amîn* e, yê ku şahidê dilsoz û rast e, yê ku xuliqandina* herî pêşîn a Xwedê ye, wisa dibêje: 15 ‘Ez bi kirinên te dizanim. Tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu sar yan jî germ bûyayî. 16 Lê ji ber ku tu ne sar û ne jî germ î, lê sarogerm î, ezê te ji devê xwe tif bikim. 17 Tu dibêjî: “Ez dewlemend im, gelek mal û milkê min heye û qet hewcedariya min tune ye.” Lê tu nizanî ku tu reben, perîşan, belengaz, kor û tazî yî. 18 Loma şîreta min ji bo te ev e: Zêrê ku bi êgir hatiye safkirin ji min bikire, da ku tu dewlemend bibî. Û kirasê spî jî ji min bikire, da ku tu wî li xwe bikî û şerma tazîbûna te neyê dîtin. Wekî din, melhema çavan bikire û li çavên xwe bide, da ku tu bibînî.
19 Hemû kesên ku ez jê hez dikim, ez wan serrast dikim û terbiye dikim. Loma xîretkêş be û tobe bike. 20 Ez li ber derî sekinî me û li derî dixim. Eger kesek dengê min bibihîze û derî veke, ezê bikevim mala wî, û emê bi hev re şîvê bixwin. 21 Yê ku bi ser dikeve, ezê destûrê bidim wî ku ew bi min re li ser textê min rûne, çawa ku ez bi ser ketim û bi Bavê xwe re li ser textê wî rûniştim. 22 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’”