Peyxam
21 Min erdeke nû û ezmanekî nû dît, çimkî erd û ezmanê kevn derbas bûn, û êdî behr* tune bû. 2 Wekî din, min dît ku bajarê pîroz, yanî Orşelîma Nû, ji ba Xwedê ji ezmên dadiket jêr. Ew wek bûka ku xwe ji bo zava xemilandiye hazir bû. 3 Hingê min ji text dengekî bilind bihîst, ê ku got: “Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye, û ewê bi wan re bijî. Mirov wê bibin xelkê wî, û ewê bi wan re be. 4 Û Xwedê wê hemû hêstirên çavên wan paqij bike û êdî mirin wê tune be. Êdî ne şîn û girîn, ne jî êş û elem wê hebin. Tiştên berê derbas bûne.”
5 Yê ku li ser text rûniştî ye got: “Va ye, ez her tiştî nû çêdikim!” Wekî din, wî got: “Binivîse, çimkî ev gotin rast û pêbawer in.” 6 Wî ji min re got: “Ev gotin hatine cih! Ez Alfa û Omega*, destpêk û dawî me. Ezê ava ji kaniya ava jiyanê belaş bidim her kesê ku tî ye. 7 Yê ku bi ser bikeve, ewê van hemû tiştan mîras bistîne. Ezê bibim Xwedayê wî, û ewê bibe kurê min. 8 Lê yên tirsonek, yên bêbawer, yên pîs û mirdar, yên mêrkuj, yên ku bêexlaqiya cinsî dikin, yên ku sêrbaziyê dikin, yên pûtperest û hemû derewkar, gola agir û kewkurdê li benda wan e. Ev yek mirina diduyan temsîl dike.”
9 Yek ji heft melekan, ên ku li ba wan heft tasên tijî heft belayên dawîn hebûn, hat û ji min re got: “Were, ezê bûkê nîşanî te bidim, a ku wê bibe jina Berx.” 10 Îcar wî ez bi destê ruh birim çiyayekî mezin û bilind, û wî bajarê pîroz Orşelîm, ê ku ji ba Xwedê ji ezmên dadiket xwarê, nîşanî min da. 11 Û vî bajarî rûmeta Xwedê şewq dida. Ew wek kevirê herî biqîmet dibiriqî, yanî wek kevirê yaspîs, ê ku wek krîstalê dibiriqê. 12 Sûrên bajêr mezin û bilind bûn, û 12 dergehên wî hebûn û li ber wan 12 melek sekinî bûn. Li ser dergeh navên 12 eşîrên kurên Îsraîl nivîsî bûn. 13 Li aliyê rojhilatê sê dergeh, li aliyê bakur sê dergeh, li aliyê başûr sê dergeh û li aliyê rojavayê sê dergeh hebûn. 14 Bingeha sûrên bajêr ji 12 keviran bû, û 12 navên 12 şandiyên Berx li ser van keviran nivîsî bûn.
15 Di destê melekê ku bi min re xeber dida de qamîşekî zêrîn hebû ji bo ku ew bajar, dergeh û sûrên wî bipîve. 16 Şeklê bajêr çargoşe bû, dirêjahî û firehiya wî eynî bûn. Û melek bajar bi qamîş pîvand, û bajêr teqrîben 2.220 kîlometre* bû. Dirêjahî, firehî û bilindahiya wî eynî bûn. 17 Wekî din, wî sûrên bajêr jî pîvand, û bilindahiya wî teqrîben 64 metre* bû. Ev pîvan li gor pîvana mirovan bû û eynî li gor pîvana melekan bû. 18 Sûrên bajêr ji kevirê yaspîs bûn, û bajêr ji zêrê xas wek cama zelal bû. 19 Bingehên sûrên bajêr bi her cure kevirên biqîmet xemilandî bûn: Bingeha pêşîn kevirê yaspîs bû, ya diduyan safîr, ya sisêyan eqîqê spî, ya çaran zimrûd, 20 ya pêncan eqîqê qehweyî, ya şeşan kevirê sor, ya heftan krîzolît, ya heştan berîl, ya nehan topaz, ya dehan krîzopraz, ya yanzdehan zîrkonê şîn û ya diwanzdehan ametîst. 21 Wekî din, 12 dergeh 12 morî bûn, her dergeh ji yek moriyê bû. Kolana sereke ya bajêr ji zêrê xas wek camê zelal bû.
22 Min di bajêr de îbadetgeh nedît, çimkî Yehowa Xwedê, yê ku qudreta wî bêsînor e, û Berx îbadetgeha wî ne. 23 Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê bajêr ronahî dike, û Berx qendîla wî ye. 24 Milet wê di ronahiya bajêr de bimeşin, û hukimdarên dinyayê wê rûmeta xwe bînin nav wî. 25 Dergehên bajêr wê di nava rojê de qet neyên girtin, çimkî li wê derê nabe şev. 26 Û rûmet û hurmeta miletan wê bikeve nav bajêr. 27 Lê tu tiştê mirdar û tu kesê ku tiştên pîs û hîleyan dike wê nekevin nav bajêr. Bi tenê yên ku navê wan di destnivîsa jiyanê de, ya ku aîdî Berx e, nivîsî ye wê bikevin vî bajarî.