Peyxam
22 Û melek çemê ava jiyanê nîşanî min da. Ev çem wek krîstalê zelal bû, û ji textê Xwedê û Berx dihat, 2 û di nava kolana sereke ya bajêr de diherikî. Li her du aliyên çem darên jiyanê hebûn. Wan her meh carek, yanî salê 12 car ber dida. Û pelên daran ji bo qencbûna miletan bûn.
3 Xwedê wê tu caran lanet li bajêr neke. Lê textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be, û xulamên wî wê ji wî re xizmeta pîroz bikin. 4 Û ewê rûyê wî bibînin, û navê wî wê li ser eniya wan be. 5 Wekî din, êdî nabe şev, û hewceya wan ne bi ronahiya qendîlekê ne jî bi ronahiya rojê heye, çimkî Yehowa Xwedê wê li ser wan ronahiyê birijîne, û ewê her û her wek hukimdar hukim bajon.
6 Melek ji min re got: “Ev gotin rast û pêbawer in. Erê, Yehowa Xwedê, yê ku bi destê pêxemberan xeber dide, melekê xwe şand ku tiştên ku gerek di nêzîk de çêbin, nîşanî xulamên xwe bide. 7 Ezê zû bêm. Çi qas dilxweş e kesê ku xwe li gotinên pêxembertiyê, yên ku di vê destnivîsê de ne, digire.”
8 Ez Yûhena, min ev tişt bihîstin û dîtin. Gava min ew bihîstin û dîtin, ez li ber lingên melekê ku ev tişt nîşanî min dan ketim ser çokan ku ji wî re îbadetê bikim. 9 Lê wî ji min re got: “Tu çi dikî? Wisa neke! Ez wek te, wek birayên te yên pêxember û yên ku xwe li gotinên vê destnivîsê digirin, xulam im. Tenê ji Xwedê re îbadetê bike!”
10 Wekî din, wî ji min re got: “Gotinên pêxembertiyê yên vê destnivîsê mor neke, çimkî wexta hilbijartî nêzîk e. 11 Yê ku neheqiyê dike bila di neheqiya xwe de bimîne, û yê ku pîs e bila di pîsîtiya xwe de bimîne. Lê yê rastdar bila di rastdariya xwe de bimîne, û yê pîroz bila di pîroziya xwe de bimîne.
12 ‘Ezê zû bêm, û ezê li gor kirinên her yekî heqê wî bidim wî. 13 Ez Alfa û Omega*, yê pêşîn û yê paşîn, destpêk û dawîn im. 14 Çi qas dilxweş in yên ku xeftanên xwe dişon, da ku heqê wan hebe ku ji darên jiyanê bixwin û di dergehên bajêr re bikevin hundir. 15 Îzna kûçikan*, yên ku sêrbaziyê dikin, yên ku bêexlaqiya cinsî dikin, mêrkuj, pûtperest û her kesê ku ji derewan hez dike û derewan dike tune ye ku bikevin nav bajêr.’
16 ‘Ez Îsa, min melekê xwe şand ku ew ji bo civatan şahidiya van tiştan bike. Kok û zuriyeta Dawid û stêra sibehê ya şewqdar ez im.’”
17 Ruh û bûk dibêjin: “Were!” Û her kesê ku vê yekê dibihîze bila bibêje: “Were!” Û her kesê ku tî ye bila were. Û her kesê ku dixwaze bila ava jiyanê belaş bistîne.
18 “Ez ji her kesê ku gotinên pêxembertiyê yên ku di vê destnivîsê de ne dibihîze re şahidiyê dikim: Eger kesek tiştekî li van gotinan zêde bike, Xwedê wê belayên ku di vê destnivîsê de nivîsî ne, bîne serê wî. 19 Û eger kesek tiştekî ji gotinên vê destnivîsê kêm bike, Xwedê wê li gor gotinên vê destnivîsê heqê wî ku ew ji darên jiyanê bixwe û bikeve hundirê bajêr, ji wî bistîne.
20 Yê ku şahidiya van tiştan dike dibêje: ‘Erê, ezê zû bêm.’”
“Amîn! Were, ya Efendiyê me Îsa!”
21 Bila kerema Efendiyê me Îsa li ser pîrozan be.