Peyxam
4 Piştî van tiştan min li ezmên deriyekî vekirî dît, û dengê pêşî yê ku min bihîst wek dengê boriyê bû û ji min re wisa got: “Hilkişe vir, û ezê tiştên ku gerek çêbin nîşanî te bidim.” 2 Di cih de ruhê Xwedê daket ser min, û min dît ku li ezmên textek hebû û kesek li ser text rûniştî bû. 3 Yê ku li ser text rûniştî bû wek kevirê yaspîs û kevirê sor ê giranbiha şewq dida. Û li dora text keskesoreke wek zimrûd hebû.
4 Li dora text 24 text hebûn û li ser van textan 24 rîspî rûniştî bûn. Kirasên wan spî bûn û li ser serê wan tacên zêrîn hebûn. 5 Ji text birûsk, deng û guregura ezmanan derdiketin. Û li ber text heft qendîlên vêxistî hebûn, ên ku heft ruhên Xwedê temsîl dikin. 6 Li ber text tiştekî wek behreke* ji cam a ku wek krîstalê xuya dikir, hebû.
Û di navberê de li cihê ku text lê bû, li dora text çar kerûb hebûn, ên ku ji pêş û ji paş ve bi çavan ve tije bûn. 7 Kerûbê pêşîn wek şêr bû, yê diduyan wek ga bû, rûyê yê sisêyan wek rûyê mirovekî bû, û yê çaran wek qertelê* ku difire bû. 8 Û şeş baskên her kerûbî hebûn, û baskên wan bi çavan ve tije bûn. Û wan bi şev û roj bê rawestin digot: “Pîroz, pîroz, pîroz e Yehowa Xwedê, yê ku qudreta wî bêsînor e, yê ku hebû, heye û wê bê.”
9 Her cara ku kerûban hurmet, rûmet û şikirdarî didan yê ku li ser text rûniştî ye, yê ku her û her dijî, 10 24 rîspî li ber yê ku li ser text rûniştî ye diketin ser çokan û ji yê ku her û her dijî re îbadet dikirin. Û wan tacên xwe diavêtin ber text û digotin: 11 “Ya Yehowa, Xwedayê me, tu hêja yî ku hurmet, rûmet û qudretê bistînî, çimkî te her tişt çêkiriye, û her tişt bi daxwaza te hatiye çêkirin û heye.”