Peyxam
5 Min di destê wî yê rastê de, yê ku li ser text rûniştî bû, destnivîsek dît. Ev destnivîs ji her du aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin. 2 Min melekekî biqudret dît, ê ku bi dengekî bilind got: “Kî hêja ye ku destnivîsê veke û morên wê rake?” 3 Lê tu kesî nikaribû destnivîsê veke û lê binêre, ne li ezmên, ne li ser rûyê erdê, ne jî di bin erdê de. 4 Ez gelek giriyam, çimkî min tu kes nedît, ê ku hêja bû ku destnivîsê veke û lê binêre. 5 Lê yek ji rîspiyan ji min re got: “Negirî. Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda û ji koka Dawid e bi ser ketiye, û ew dikare destnivîsê û heft morên wê veke.”
6 Min li ber text, di navbera çar kerûb û rîspiyan de, berxek sekinî dît. Ev berx qey şerjêkirî bû, û heft strûhên wî û heft çavên wî hebûn. Ev çav heft ruhên Xwedê, yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin, temsîl dikin. 7 Di cih de berx hat ber text û destnivîs ji destê wî yê rastê, yê ku li ser text rûniştî bû, stand. 8 Gava wî destnivîs stand, çar kerûb û 24 rîspî li ber Berx ketin ser çokan. Di destê her rîspiyekî de çengek hebû, û li ber wan taseke zêrîn tijî bixûr hebû. Bixûr duayên pîrozan temsîl dike. 9 Û rîspî kilameke nû distrên: “Tu hêja yî ku destnivîsê bistînî û morên wê vekî, çimkî tu hatî şerjêkirin û te bi xwîna xwe ji her eşîr, ziman, xelk û miletî mirov ji bo Xwedê kirîn. 10 Û te ew kirine hukimdar û kahînên Xwedayê me, û ewê wek hukimdar li ser dinyayê hukim bajon.”
11 Û min li dora text û kerûb û rîspiyan gelek melek dîtin û dengê wan bihîst. Hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû. 12 Û wan bi dengekî bilind wisa digot: “Berxê ku hatiye şerjêkirin hêja ye ku qudret, dewlemendî, hîkmet, qewet, hurmet, rûmet û pesn bistîne.”
13 Û min dengê her kesê li ezmên, li ser rûyê erdê, di bin erdê de û di behrê de bihîst, û wan hemûyan digot: “Bila her û her pesn, hurmet, rûmet û qudret ji yê ku li ser text rûniştî ye û ji Berx re be.” 14 Çar kerûban wisa digot: “Amîn!” Û rîspî ketin ser çokan û ji Xwedê re îbadet kir.