Peyxam
6 Min dît ku Berx yek ji heft moran vekir, û min bihîst ku yek ji çar kerûban bi dengekî wek dengê guregura ezmanan wisa dibêje: “Derkeve û here!” 2 Û min hespekî boz dît, û di destê siwar de kevanek hebû. Xwedê tacek da wî, û ew derket ku li dijî dijminên xwe bi ser bikeve.
3 Gava Berx mora diduyan vekir, min bihîst ku kerûbê diduyan wisa dibêje: “Derkeve û here!” 4 Hingê hespekî din derket, ê ku rengê wî sor bû. Ji siwar re îzin hat dayîn ku ew aştiyê ji dinyayê rake ku mirov hevdû bikujin, û ji siwar re şûrekî mezin hat dayîn.
5 Gava Berx mora sisêyan vekir, min bihîst ku kerûbê sisêyan wisa dibêje: “Derkeve û here!” Û min hespekî reş dît, û di destê siwar de mêzîn* hebû. 6 Di nav çar kerûban de min tiştekî wek deng bihîst, ê ku dibêje: “Kîloyek genim bi dînarek û sê kîlo ceh bi dînarek. Zeyt û şerabê bi dîqat bi kar bîne.”
7 Gava Berx mora çaran vekir, min dengê kerûbê çaran bihîst, ê ku wisa dibêje: “Derkeve û here!” 8 Û min hespekî rengavêtî* dît, ê ku navê siwarê wî Mirin bû. Û Gor* li pey wî dihat. Û li ser çaryeka dinyayê qudret ji wan re hat dayîn ku ew bi şûrekî dirêj, bi xelayê, bi nexweşiyên giran û bi destê heywanên çolê yên erdê bikujin.
9 Gava Berx mora pêncan vekir, min di bin qurbangehê de xwîna wan mirovan dît, ên ku ji ber peyva Xwedê û ji ber belavkirina peyva wî hatibûn kuştin. 10 Wan bi dengekî bilind got: “Ya Rebê Mezin, tu Xwedayê pîroz û rast î! Ma tuyê heta kengê li bendê bî ku tu kesên ku li ser rûyê erdê dijîn mehkûm bikî û heyfa xwîna me, ya ku wan rijandiye, bistînî?” 11 Hingê ji her yek ji wan re xeftanekî spî hat dayîn, û ji wan re hat gotin: “Hinek zêdetir li bendê bisekinin heta ku hejmara hemxulamên we û birayên we temam bibe. Belê, hindik maye ku ew jî wek we bên kuştin.”
12 Û gava min dît ku Berx çawa mora şeşan vekir, erdhejeke mezin çêbû. Roj wek cilên şîngirtinê* reş bû, û temamiya heyvê wek xwînê sor bû. 13 Û çawa ku dara hêjîrê ji ber bayekî mezin hêjîrên xwe yên negihîştî diweşîne, stêrên ezmên jî ketin ser rûyê erdê. 14 Ezman wek destnivîseke ku hatiye pêçandin, winda bû. Û her çiya û girav ji cihê xwe hat rakirin. 15 Hingê hukimdarên dinyayê, memûr, fermandarên eskeran, yên dewlemend, yên bihêz, her kole û her mirovê azad xwe di nav şkeft û zinarên çiyayan de veşart. 16 Wan ji çiya û zinaran re digot: “Bi ser me de bikevin û me ji rûyê yê ku li ser text rûniştî ye û ji xezeba Berx veşêrin. 17 Çimkî roja mezin a xezeba wan hatiye. Ma kî dikare jê xelas bibe?”