Peyxam
7 Piştî vê yekê, min çar melek li çar kujên dinyayê sekinî dîtin. Wan bayên çar kujên dinyayê digirtin, da ku ba li erdê, li behrê* û li daran nexe. 2 Û min melekekî din jî dît, ê ku ji rojhilatê derdiket, û di destê wî de mora Xwedayê herheyî hebû. Wî bi dengekî bilind ji çar melekên ku îzin ji wan re hatibû dayîn ku zerarê bidin erd û behrê re got: 3 “Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, zerarê nedin erdê, behrê û daran.”
4 Û min hejmara kesên ku hatibûn morkirin bihîst. Hejmara wan 144.000 bû, û ew ji hemû eşîrên kurên Îsraîl bûn:
5 Ji eşîra Cihûda 12.000 hatibûn morkirin,
ji eşîra Rûbên 12.000,
ji eşîra Gad 12.000,
6 ji eşîra Aşer 12.000,
ji eşîra Neftelî 12.000,
ji eşîra Manaşe 12.000,
7 ji eşîra Şîmeon 12.000,
ji eşîra Lêwî 12.000,
ji eşîra Îsexar 12.000,
8 ji eşîra Zebûlon 12.000,
ji eşîra Ûsiv 12.000,
ji eşîra Benyamîn 12.000 hatibûn morkirin.
9 Piştî vê yekê, min komeke mezin a mirovan dît, a ku tu kesî nedikarî bihejmarta. Ew ji her miletî, ji her eşîrê, ji her xelk û ji her zimanî bûn. Wan xeftanên spî li xwe kiribûn, û di destê wan de çiqilên xurmeyan hebûn, û ew li ber text û li ber Berx sekinî bûn. 10 Wan bi dengekî bilind digot: “Xelasiya* me ji Xwedayê me, yê ku li ser text rûniştî ye, û ji Berx tê.”
11 Hemû melek li dora text, rîspî û kerûb sekinî bûn. Wan xwe li ber text diavêt ser çokan û ji Xwedê re îbadet dikir 12 û digot: “Amîn. Pesn, rûmet, hîkmet, şikir, hurmet, qudret û hêz her û her ên Xwedayê me ne. Amîn.”
13 Hingê yek ji rîspiyan ji min re got: “Ev kesên bi xeftanên spî kî ne û ji ku derê hatine?” 14 Di cih de min jê re got: “Ezbenî, tu cewaba vê pirsê dizanî.” Û wî ji min re got: “Ev kes ew in, ên ku ji tengasiya mezin derketine, xeftanên xwe bi xwîna Berx şûştine û spî kirine. 15 Loma, ew li ber textê Xwedê sekinî ne û di îbadetgeha wî de bi şev û roj ji wî re xizmeta pîroz dikin. Û yê ku li ser text rûniştî ye wê konê xwe li ser wan veke. 16 Êdî ewê tî û birçî nebin, û ne roj ne jî germî wê li wan bixe. 17 Çimkî Berxê ku li ber text e wê şivantiya wan bike û wan ber bi kaniyên ava jiyanê ve bibe. Û Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.”