Peyxam
8 Gava Berx mora heftan vekir, li ezmên teqrîben nîv saet bêdengî çêbû. 2 Û min heft melekên ku li ber Xwedê sekinî bûn dîtin, û ji wan re heft borî hatin dayîn.
3 Melekekî din hat û di destê wî de bixûrdankeke zêrîn hebû, û ew li ber qurbangehê sekinî. Ji wî re gelek bixûr hat dayîn, da ku ew vê bixûrê bi duayên pîrozan li ser qurbangeha zêrîn a li ber text pêşkêş bike. 4 Dûmana bixûrê bi duayên pîrozan ji destê melek bilind bû ber Xwedê. 5 Piştre wî bixûrdank bi komirên* qurbangehê tije kir û komir avêtin ser erdê. Hingê guregura ezmanan, deng, birûsk û erdhej çêbûn. 6 Û heft melekên ku heft borî li ba wan hebûn xwe hazir kir ku li boriyan bixin.
7 Melekê pêşîn li boriya xwe xist. Hingê zîpik* û agir bi xwînê ve tevlihev, barîn ser erdê. Û sêyeka erdê, sêyeka daran û sêyeka nebatan şewitî.
8 Melekê diduyan li boriya xwe xist. Û tiştekî wek çiyayekî mezin, ê ku bi êgir dişewitî, hat avêtin nav behrê*. Û sêyeka behrê bû xwîn, 9 sêyeka heywanên di behrê de mir û sêyeka gemiyan parçeparçe bû.
10 Melekê sisêyan li boriya xwe xist. Û stêreke mezin wek qendîleke vêxistî ji ezmên li ser sêyeka çeman û kaniyên avê ket. 11 Navê stêrê “Nebata Tehl” e. Û sêyeka avê wek vê nebatê tehl bû, û ji ber ku av tehl bûbû, gelek mirov mirin.
12 Melekê çaran li boriya xwe xist. Û vê yekê li ser sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran tesîr kir, da ku sêyeka wan tarî be û sêyeka rojê û sêyeka şevê bê ronahî be.
13 Min qerteleke* ku di ezmanan de difire dît û bihîst ku ew bi dengekî bilind dibêje: “Ji ber sê melekên mayî, yên ku hazir in ku li boriyên xwe bixin, wey, wey, wey li kesên ku li ser rûyê erdê dijîn!”