KILAM 85
Hevdû Qebûl Bikin
- 1. Dostên Yehowa, hûn bi xêr hatin! - Peyva Xwedê pev re hîn bibin! - Em rastiyê ji Xwedê distînin, - hemû gotinên wî dilê me şa dikin. 
- 2. Em şikurdar in ji Yehowa re - ji bo van xwişk û birayên me. - Wan dilê xwe fireh vekiriye, - wan em di nava xwe de qebûl kirine. 
- 3. Yehowa gazî mirovan dike, - ji wan re ew derî vedike. - Madem em hatine qebûlkirin, - lazim e ku em jî hevdû qebûl bikin! 
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 6:44; Flp. 2:29; Pey. 22:17)