KILAM 51
Me Jiyana Xwe Daye Destê Yehowa
- 1. Xwedê em anîne ser rêya rastiyê, - wî em kirîne bi fîdyeyê. - Wî ji textê ezmanî - daye şewq û ronahî. - Wî dilê me girtiye, - loma me sond xwariye. - (DÎSGOTIN) - Me jiyana xwe daye destê Yehowa, - em êdî bûne şagirtên Îsa. 
- 2. Me soz daye ku emê her tim guh bidin, - daxwaza Xwedê emê bikin. - Çi dilxweşiya mezin, - em ji dil şikur dikin - ku em aîdî wî ne, - navê wî li ser me ye. - (DÎSGOTIN) - Me jiyana xwe daye destê Yehowa, - em êdî bûne şagirtên Îsa. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 43:3; 107:22; Yûh. 6:44)