-
Guh Bide Dengê YehowaBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2019 | Adar
-
-
“GUHDARIYA WÎ BIKIN!”
7. Li gor Metta 17:1-5, Yehowa kengê ji ezmanan xeber da, û wî çi got?
7 Metta 17:1-5 bixwîne. Gava rûyê Îsa “hat guhertin”, Yehowa cara diduyan ji ezmanan xeber da. Îsa tevî Petrûs, Aqûb û Yûhenna hilkişiyabû çiyayekî bilind. Li wê derê, wan dîtiniyeke ecêb dît. Rûyê Îsa “wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn”. Du kesên ku Mûsa û Êlyas temsîl dikir bi Îsa re di heqê mirin û rabûna wî de dipeyivîn. Sê şandî her çi qas “ketibûn xewa giran” jî, ew hişyar bûn gava wan ev dîtiniya ecêb dît (Lûqa 9:29-32). Paşê, ewrekî ronahîdar ew niximandin û wan dengê Xwedê bihîst. Wek li wexta binavbûna Îsa, Yehowa bi van gotinan eyan kir ku ew ji Îsa razî ye û ji wî hez dike: “Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.” Bi ser de, Yehowa wisa got: “Guhdariya wî bikin!”
-
-
Guh Bide Dengê YehowaBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2019 | Adar
-
-
9. Îsa çi şîret da şagirtan?
9 “Guhdariya wî bikin!” Yehowa dixwaze ku em guh bidin gotinên Kurê wî û emrên wî bînin cih. Gava Îsa li dinyayê dijiya, wî gelek tiştên muhîm gotin. Mesela, wî bi dilovanî hînî şagirtên xwe dikir ku gerek ew mizgînê çawa belav bikin, û wî gelek caran ji wan re got ku bila ew hişyar bimînin (Met. 24:42; 28:19, 20). Wekî din, wî got ku gerek ew xîreta xwe winda nekin (Lûqa 13:24). Îsa nîşan da ku gerek şagirtên wî ji hev hez bikin, di yekîtiyê de bimînin û emrên wî bînin cih (Yûh. 15:10, 12, 13). Belê, şîretên Îsa li wê demê muhîm bûn û îro jî pir muhîm in.
-