-
‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt’Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Çile
-
-
1-2. Li ber tirbeya Îsa, melekekî ji jinan re çi got, û paşê, Îsa çi rêberî da wan?
SAL, sala 33yan a P.M. bû. Li 16ê Nîsanê, serê sibehê, çend jinên bawermend çûn ser tirbeya Îsa Mesîh. Zêdetirî 36 saet berê, Îsa li wê derê hatibû defn kirin. Ev jin pir dilşikestî bûn ku mamosteyê wan miribû. Wan dixwest rûn û giyayên bêhnxweş li bedena Îsa bixin, lê gava ew gihîştin tirbeyê, wan dît ku tirbe vala ye! Li wir, melekek ji wan re xuya bû, yê ku ji wan re got ku Îsa ji mirinê hatiye rakirin. Wekî din, wî got: “Ew ... beriya we diçe Celîlê. Hûnê wî li wê derê bibînin” (Met. 28:1-7; Lûqa 23:56; 24:10).
-
-
‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt’Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Çile
-
-
4 Îsa dixwaze ku hemû şagirtên wî mizgînê belav bikin. Wî ev emir tenê ji 11 şandiyên xwe re neda. Em vêya ji ku dizanin? Gava Îsa li çiyayekî li Celîlê ev emir da, ma tenê şandiyên Îsa li wê derê bûn? Bîne bîra xwe ku Îsa ji jinan re wisa gotibû: “Hûnê wî li wê derê [yanî li Celîlê] bibînin.” Eşkere ye ku li wê derê hin jinên dilsoz jî hebûn.
-