WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Mizgînê Belav Bike û Mirovan Hîn Bike
Îsa emir da şagirtên xwe ku ew mirovan bikin şagirt (Mt 28:19). Ji bo vê, gerek em hem mizgînê belav bikin hem jî mirovan hîn bikin. Wê baş be ku em car caran ji xwe re wisa bipirsin: “Ez çawa dikarim di warên belavkirina mizgînê û hînkirina mirovan de bi pêş ve herim?”
BELAVKIRINA MIZGÎNÊ
Gerek em bi awayekî aktîf li kesên “hêja” bigerin (Mt 10:11). Gava em li xizmetê rastî mirovan tên, gelo em wek Pawlos hazir in ku mizgînê bidin wan? (Kar 17:17). Lîdya bi saya xîreta Pawlos bû şagirteke Îsa (Kar 16:13-15).
“Tova xwe sibehê biçîne û heta êvarê aramiyê nede destê xwe” (Wz 11:6)
LI VÎDEOYA BERDEWAM KIN “TIMÊ” XIZMET KIN; NEFORMAL Û MAL BI MAL TEMAŞE BIKE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
- Di jiyana xwe ya herrojî de, Samuel ji bo çandina toximên rastiyê çawa xîret dike? 
- Gerek em çima di her cure îşê belavkirinê de sebat bikin? 
- Di jiyana xwe ya herrojî de, tu dikarî mizgîna Padîşahiyê bidî kê? 
HÎNKIRIN
Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, ne bes e ku em tenê weşanan bidin wan. Ji bo ku ew karibin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin, gerek em wan dîsa ziyaret bikin û dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin (1Kr 3:6-9). Lê belê carinan, em pir xîret dikin, lê xwendekarê me bi pêş ve naçe. Îcar gerek em çi bikin? (Mt 13:19-22). Eger wisa be, wê baş be ku em li kesên din bigerin – kesên ku dilê wan wek “erdê qenc” e (Mt 13:23; Kar 13:48).
“Min çand, Apolos av da; lê belê Xwedê mezin kir” (1Kr 3:6)
LI VÎDEOYA BERDEWAM KIN “TIMÊ” XIZMET KIN; LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV TOP DIBIN Û ŞAGIRTA HAZIR KIN TEMAŞE BIKE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
- Solomon û Mary’yê çawa av da toximên ku di dilê Ezekiel û Abigailê de hatibûn çandin? 
- Di her warê xizmetê de – û di xizmeta umûmî de jî – gerek armanca me çi be? 
- Di warê hînkirinê de, em çawa dikarin bi zêdeyî bixîret bin?