- 
	                        
            
            Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe BernedeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Îlon
- 
                            - 
                                        1. Piştî ku Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs kir, wî çi hîs kir? PETRÛS temamiya şevê kir û nekir tu masî negirt. Îsa Mesîh ji wî re got: “Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan” (Lûqa 5:4). Petrûs bi şik bû, lê dîsa jî wî bi ya Îsa Mesîh kir. Wî û hevalkarên xwe ew qas masî girtin ku torên wan dest bi qetandinê kir. Gava wan fehm kir ku Îsa mucîzeyek kiriye, ew ji vê yekê re heyran man. Petrûs got: “Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im” (Lûqa 5:6-9). Wisa xuya ye ku Petrûs xwe hêja nedidît ku li ba Îsa be. 2. Çima bifeyde ye ku em bala xwe bidin mîsala Petrûs? 2 Petrûs rast got – ew “mirovekî gunehkar” bû. Ew carinan ji gotin û kirinên xwe poşman dibû. Gelo tu jî carinan xwe wisa hîs dikî? Gelo tu li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe yan jî daxwazên şaş micadele dikî? Eger wisa be, mîsala Petrûs dikare hêvî û cesaretê bide te. Ka bifikire: Kêmasiyên Petrûs dikaribû bi hêsanî ji Kitêba Pîroz bihatana derxistin. Lê belê, Yehowa ew dan nivîsandin, da ku em ji wan bielimin (2. Tîmotêyos 3:16, 17). Petrûs mirovekî mîna me bû. Ji mîsala wî, emê bibînin ku Yehowa bêqisûriyê ji me naxwaze. Ew dixwaze ku em li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe micadele bikin û dev ji xîreta xwe bernedin. 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe BernedeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Îlon
- 
                            - 
                                        Eger tu li şûna Petrûs bûyayî, teyê çi bikira? (Li paragrafa 4an binêre) 4. Li gor Lûqa 5:5-10, Petrûs xwe çawa didît, lê Îsa Mesîh çawa dilê wî rihet kir? 4 Di Nivîsarên Pîroz de nayê gotin ku Petrûs çima xwe wek “mirovekî gunehkar” bi nav kir (Lûqa 5:5-10 bixwîne). Lê belkî wî hin şaşiyên giran kiribûn û xwe bêqîmet didît. Haya Îsa Mesîh ji vê tirsa wî hebû û dizanibû ku Petrûs dîsa jî dikare dilsoz bimîne. Loma wî bi dilovanî ji Petrûs re got: “Netirse!” Gotinên Îsa Mesîh jiyana Petrûs ji serî heta binî guhert. Petrûs û birayê wî Endrawis dev ji îşê masîgiriyê berda û li pey Mesîh çûn (Marqos 1:16-18). Ji bo vê qerarê, wan bereketên mezin standin. 
 
-