-
Padîşahiya Xwedê wê Kengê li ser Dinyayê Hikum Bajo?Birca Çavdêriyê (Çapa Umûmî) – 2020 | No. 2
-
-
Îsa Mesîh wisa gotibû: “Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe. Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin” (Lûqa 21:10, 11). Wek xêzên şopa tiliyê, ev bûyer bi hev re nîşaneke zelal tînin meydanê. Çawa ku însan bi şopa tiliyê dikare bê nas kirin, ev yek ku hemû bûyerên ku Îsa Mesîh behsa wan kiribû di eynî wextê de tên meydanê rêyî me dide ku “Padîşahiya Xwedê nêzik e”. Gelo bûyerên wisa di eynî demê de hatine meydanê û li seranserê dinyayê xuya bûne? Bala xwe bide van îsbatan.
-
-
Padîşahiya Xwedê wê Kengê li ser Dinyayê Hikum Bajo?Birca Çavdêriyê (Çapa Umûmî) – 2020 | No. 2
-
-
2. ZELZELE
Li gor Britannica Academic, her sal weke 100 zelzeleyên mezin çêdibin, yên ku dikarin zerara mezin bidin. Wekî din, Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYA dibêje ku “li gor qeydên pirsalî (ji sala 1900î û pê ve), her sal weke 16 zelzeleyên mezin çêdibin”. Hin kes difikirin ku bi eslê xwe, zelzele zêde nebûne, lê tenê zêdetir tên qeyd kirin. Dîsa jî, eşkere ye ku zelzeleyên mezin li her derê pir zerarê didin û gelek însanan dikujin.
3. XELA
Li seranserê dinyayê, tiştên wek şer, neqanûnîtî, krîzên ekonomîk, metodên şaş ên cotkariyê û felaketên tebîetê dibin sebeba xelayê. Di rapora ji bo sala 2018an de, Bernameya Cîhanî ya Xwarinê wisa dibêje: “Li seranserê dinyayê, 821 milyon însan birçî dimînin. Ji wan, 124 milyon însan pir birçî ne.” Her sal, kêmasiya xwarinê dibe sebeba mirina weke 3,1 milyon zarokî. Di sala 2011an de, weke ji sedî 45an ji zarokên ku li seranserê dinyayê mirin, jiyana xwe seba kêmasiya xwarinê ji dest da.
4. NEXWEŞÎ
Weşaneke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wisa dibêje: “Li sedsala 21ê, çend epîdemiyên mezin çêbûne. Nexweşiyên kevn wek kolera, weba û taya zer vegeriyane, û nexweşiyên nû wek SARS, grîpa pandemîk, MERS, Ebola û Zîka derketine holê.” Û pandemiya COVID-19 ya herî nû ye. Zanyar û doktor her çi qas di heqê nexweşiyan de gelek tiştan hîn bûne jî, çareya hin nexweşiyan hê nehatiye dîtin.
-